Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên girêdayî hikûmeta Şamê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê bi çekên giran û dronan êrişî çeperên wan kiriye.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê daxuyaniyek belav kir û tê de got:
"Di êrişeke nû de ku armanca wê têkdana aramiyê ye, komên ser bi hikûmeta Şamê ve hinek baregehên me yên li bajarokê Ebû Hemamê yê li rojhilatê Dêrezorê kirin armanc."
Li gorî daxuyaniyê, komên êrişkar bi awayekî bêserûber bi mûşek û çekên giran baregehên leşkerî û malên welatiyan topbaran kirine û 3 xalên leşkerî kirine armanc.
Her wiha hat destnîşankirin ku di êrişan de dron û dronên xwekuj hatine bikaranîn û ev yek "metirsiyeke zêde li ser jiyana xelkê sivîl çêdike."
HSDyê da zanîn ku hêzên wan jî "li gorî mafê xweparastinê bersiva pêwîst daye çavkaniyên êrişê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse