Tîman cenazeyê Muhammet Alî K. ji bo otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê / Wêne: AA
Hewlêr (Rûdaw) - Bavekî ku ji Erziromê ji bo nêçîra werdekan çûbû Qersê bi şaşîtî kurê xwe kuşt.
5 kes ji navçeya Oltiyê ya Erziromê çûn navçeya Selîmê ya Qersê û wan dest bi nêçîra werdekan kir.
Li wir, bav Muzaffer K.yê 53 salî bi xeletî gule li kurê xwe yê 16 salî Muhammet Alî K. xist.
Muhammet Alî K. ji sînga xwe birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Selîmê lê Muhammet nehat rizgarkirin.
Bav Muzaffer K. ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin û cendirmeyan dest danî ser çeka wî.
Tîman cenazeyê Muhammet Alî K. ji bo otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse