Îlham Ehmed: Ji bo dirêjkirina agirbestê hewldan hene

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed HSD Şam Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand ku ji bo dirêjkirina agirbesta di navbera Artêşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hewl û xebat hene.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Îlham Ehmedê got, "Ji bo dirêjkirina maweya agirbestê hewl û xebat hene.

Ev jî ji ber du sedeman e: Ya yekem li ser daxwaza Amerîkayiyan a ji bo veguhastina çekdarên DAIŞê û ya duyem jî meşandina diyaloga zêdetir a bi Şamê re ji bo gihîştina çareseriyê."

Îlham Ehmedê her wiha diyar kir, "Ew maweya ku hatibû dayîn îro bi dawî bû."

Lihevkirina 14 xalî

Ev daxuyaniyên Îlham Ehmedê di demekê de ne ku maweya agirbesta 4 rojan îro bi dawî dibe.

Hewlên dîplomatîk ên ji bo rêlibergirtina şer û çespandina mekanîzmayên tevlîkirina HSDyê li nav saziyên dewletê berdewam dikin.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî 18ê Kanûna Paşîn a 2026an li ser peymaneke ji 14 xalan li hev kiribû.

Li gorî peymanê, HSD tevlî Artêşa Sûriyeyê dibe û dosyaya girtîgehên DAIŞê û zeviyên petrolê radestî Şamê tên kirin.

Bi hezaran kes koçber bûn

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, rojên borî zêdetirî 134 hezar kesan koçber bûne ku piraniya wan şêniyên Heleb, Reqa û Dêrezorê ne û ber bi Heseke û Kobaniyê ve reviyane.

Ev pêla koçberiyê di demekê de ye ku herêm di bin bandora pêleke berf û serman û seqemê de ye.

Koçber li dibistanan hatine bicihkirin û perwerde rawestiyaye. Her wiha kêmasiya derman û pêdiviyên germkirinê heye.

Dorpêça li ser Kobaniyê

Bajarê Kobaniyê niha di bin dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ye.

Ev 9 roj in rêyên gihîştina sotemenî, av û nan ên bo bajêr hatine girtin.

Her wiha kareba û înternet qut bûne û firin kar nakin. Ji bo vekirina korîdorên mirovî û gihandina alîkariyan, tenê hêviya şêniyan agirbest e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst