Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama diyaloga bi hikûmeta Şamê re û navbeynkariya navneteweyî de, agirbesta heyî 15 rojan hatiye dirêjkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDyê vê êvarê daxuyaniyeke fermî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara dirêjkirina agirbestê di çarçoveya hewldanên kêmkirina aloziya li herêmê de hatiye dayîn.
Hat destnîşankirin ku ev pêvajo hev dem li gel hevdîtinên ku bi hikûmeta Şamê re didomin, tê meşandin.
"Pêşîniya me parastina sivîlan û istiqrar e"
HSDyê di daxuyaniya xwe de peyama pabendbûna bi şertên rêkeftinê da û got:
"Bi navbeynkariya navneteweyî li ser dirêjkirina agirbestê ya ji 15 rojan lihevkirin çêbûye.
Wekî HSD, em pêbendbûna xwe ya bi vê rêkeftinê re piştrast dikin da ku alozî kêm bibe, ewlehiya sivîlan were dabînkirin û şert û mercên pêwîst ji bo aramiya mayînde li herêmê werin pêkanîn."
Hikûmeta Şamê jî ragihandibû ku agirbesteke 15 rojî pêk hatiye û ev biryar di çarçoveya veguhastina girtiyên DAIŞê de hatiye dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse