HSDyê hişyarî da: Şam agirbestê bin pê dike û amadekariya şer dike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Sûriye Binpêkirina Agirbestê Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku tevî agirbesta heyî, hikûmeta Şamê bi awayekî sîstematîk amadekariyên leşkerî dike û îro li herêma Cizîrê du caran êrişî hêzên wan kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro li ser tevgera leşkerî ya hikûmeta Sûriyeyê û binpêkirina agirbestê daxuyaniyek belav kir.

HSDyê diyar kir ku hikûmeta Şamê li Cizîr û Kobaniyê hêzên xwe kom dike û ev yek nîşaneya "niyeta şerekî nû ye."

“Amadekariyên şerekî nû”

HSDyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tevgera leşkerî ya li herêmê û got:

“Tevî peymana agirbestê ya ku di navbera me û hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin, hikûmeta Şamê bi awayekî sîstematîk amadekariyên xwe yên leşkerî û gurkirina rewşê li herêmên Cizîr û Kobaniyê didomîne.

Komkirina hêzan û tevgerên lojîstîkî hatine dîtin ku bi zelalî nîşan didin ku niyeta wan a gurkirina rewşê û kaşkirina herêmê ber bi rûbirûbûneke nû ve heye.”

“Îro du êriş pêk anîn”

HSDyê ragihand ku hêzên wan îro rastî êrişan hatine û wiha pê de çû:

“Di vê çarçoveyê de, hêzên me îro li herêma Cizîrê rastî du êrişên cuda hatin ku ev binpêkirineke eşkere ya peymana agirbestê ye.

Hêzên me pabendî mercên agirbestê bûne û hîn jî pabend in lê em tekez dikin ku amadekariyên leşkerî yên hikûmeta Şamê bi temamî li dijî berpirsyariyên wê ne.

Ev yek hewldanên biqesd eşkere dike ku dixwazin aramiyê têk bidin û li şûna çareseriyên siyasî rewşê ber bi şer ve bibin.”

Banga li civaka navneteweyî

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de bangî civaka navneteweyî kir û got:

“Em bangî civaka navneteweyî û aliyên peywendîdar dikin ku hewlên lezgîn bidin da ku pabendbûna bi peymana agirbestê were misogerkirin û rê li ber her gaveke gurkirina şer were girtin ku ewlehî û aramiya herêmê dixe bin metirsiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst