Mexdûra erdhejê û 87 salî ye; Dayê Fatma dibêje du tiştan qet ji bîr nake

24-02-2023
Rawîn Stêrk
Fatma Çerçî ya 87 salî li bajarê Semsûrê ligel nûçegihanê Rûdawê Rawîn Strêk. Wêne û vîdyo: Rûdaw
Fatma Çerçî ya 87 salî li bajarê Semsûrê ligel nûçegihanê Rûdawê Rawîn Strêk. Wêne û vîdyo: Rûdaw
Nîşan Erdhej Semsûr Fatma Çerçî
A+ A-

Semsûr (Rûdaw) - Dayka Fatma anku Fatma Çerçî yek ji mexdûrên erdhêjê li Semsûrê ye û temen 87 salî ye. Nexweşiya alzheimer pê re heye. Her tiştî ji bîr dike, heta bo keça xwe dibêje ew xizma min e, carna jî dibêje bûka min e. Lê belê Fatma tevî kalbûna xwe û nexweşiya alzheimer du tiştan qet ji bîr nake, Kurdbûna xwe û hevjînê xwe ku 30 sal e miriye.

Dayê Fatma nikare bimeşe û di kursiya xwe ya bi teker de li pêşiya konan rûdine û her tim kêfa wê xweş, rûken û zimanê wê qet nasekine. Keça wê ew ji erdhêjê rizgar kiriye lê xanî çûye û bê mal û hal mane.

Fatma ya 80 salî ji bilî du tiştan her tiştî ji bîr dike; hevjînê xwe yê ku 30 sal berê miriye û Kurdbûna xwe ji bîr nake.

Dayê Fatma li ser Kurdbûna xwe ji nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk re wiha dibêje, “Ez Kurmanc im û em ji eşîra Şêxanî ne, em Kurd kurê Kurd in, em şêr in şêr.”

Derbarê hevjînê xwe de jî behsa evîndariya xwe bo wî dike û dibêje: “Bila kalê min hebûya, bila ew çavê min jî tunebûya.

Li nava konên berketiyên erdhêjê li bajarê Semsûrê weke çavkaniyeke kêfê ye û bûye maskota xelkê. Carina dide xeberan, carina behsa zîrekiya xwe di çêkirina xwarinan de dike.

Bi ken, kêfxweşî û şênmegî, dayka Fatma nûçegihanê Rûdawê Rawîn Strêk ku ji destpêka erdheja 6ê Siabtê ve li Semsûrê ye vedixwîne mala xwe daku jê re bi destên xwe kifteyan çêke. Lê ji bîr dike ku xanî xirab bûye û welêt tofaneke mezin di ser xwe re derbas kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst