Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku avakirina baweriyê deriyê sereke yê çareseriya siyasî ya Sûriyeyê ye.
MSDyê xwest ku hemû girtî bên berdan û girtiyên di destê wan û hikûmeta Sûriyeyê de bi hev re bên guhertin.
MSDyê îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşa mirovî û jiyanî li Sûriyeyê xirab dibe û gavên avakirina baweriyê kilîda bipêşxistina pêvajoya siyasî ne.
MSDyê piştgirî da bicihanîna lihevkirinên 29ê Kanûna Paşîn û berdana bi dehan girtiyan li parêzgeha Hisîçayê wekî "nîşaneke erênî" bi nav kir.
Bihevguhertina girtiyan
MSDyê ji bo destpêkirina pêvajoya bihevguhertina girtiyan a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de daxwaza "tevgera bilez" kir.
MSDyê her wiha tekez kir ku divê mijara efû û berdana girtiyan bibe rêbazeke xebatê ya giştî û berdewam.
Divê ev yek hemû kesên ku "bêyî hiqûqî yan jî bi zextê" hatine girtin li xwe bigire û cudakarî neyê kirin.
Vegera koçberên Efrînê
Di daxuyaniyê de hat gotin ku MSD piştgiriyê dide vegera nêzîkî 400 malbatên koçber ên Efrînî.
Hat diyarkirin ku divê ev gav bibe destpêkek ji bo vegera ewle, dilxwaz û bi rûmet a hemû koçberan.
Her wiha divê mafê wan ê niştecihbûn û milkiyeta wan bê parastin.
Vekirina rê û deriyan
Meclisa Sûriyeya Demokratîk tekezî li ser girîngiya vekirina rê û deriyên navxweyî kir.
Bi taybetî jî rê û deriyên li derdora bajarên Kobanî û Hisîçayê.
MSDyê got, "Ev gav ji bo hêsankirina çûn û hatina sivîlan, zindîkirina bazarê û xurtkirina aştiya civakî xwedî girîngiyeke mezin a mirovî û aborî ye."
Aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Li gorî baweriya MSDyê, aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê stûna sereke ya aramiya tevahiya welêt e.
Her wiha dê alîkariya hewldanên berdewam ên têkoşîna li dijî terorê bike.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk amadebûna xwe nîşan da ku beşdarî her pêvajoya niştimanî ya cidî bibe.
MSDyê xwest ku ew pêvajo ber bi çareseriyeke siyasî ya giştî ve biçe, yekparçeyiya axa Sûriyeyê biparêze û li ser bingeha dadmendî, hevparî û pirrengiyê be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse