Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand, piştî civîna odeya operasiyonan a Hewlêrê a ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê, hejmareke biryarên nû di derbarê qedexekirina hatinûçûnê de hatine dan û got, îro hêzên wan li hemû taxên Hewlêrê û qeza û nahiyeyên din hatine belavkirin û nabe kes ji malên xwe derkeve.
Firset Sofî îro di dema beşdariyê di benameya Nûroja Dostan ya Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand, her kesê binpêkariya biryaran bike dê bê cezakirin û tekez kir, “eger kesek pabendî rênimayiyan nebe, hêzên ewlekariyê rêpêdan hene ku wî kesî desteser bikin.”
Sofî herwiha diyar kir, “Hewlêr di rewşeke metirsîdar û hestiyar re derbas dibe” û daxwaz ji hemwelatiyan kir, “heta 1 Nîsanê li berxwe bidin û pabnedî biryaran bin”.
Parêzgarê Hewlêrê amaje bi kerentînekirina komelgeha Sêbîran jî kir û ragihand, gelek caran kesek dibe sedem ku hejmareke kesên din ên derdora wî tûşî vîrusê bibi, ji ber vê yekê “pêwîst e welatî di malên xwe de bimînin û dernekevin.”
Ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara qedexeya derketina derve li seranserê herêmê daye, ku dê heta 1ê Nêsanê bidome.
Herwiha ji bo baştir pêkanîna qedexeyê, hêzên ewlehiyê li cade, tax û kolanên bajaran hatine belavkirin. Li aliyekê din, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku ji bo her egerekê û dema pêwîst, tevahiya hêzên xwe xistine amadebaşiyê.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 91 kes bi vîrusa koronaya nû COVID-19 ketine, ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse