Zarokekî 14 salî dotmama xwe ya 4 salî kuşt

24-04-2024
Nîşan Mereş Zarok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê zarokekî 14 salî yê bi navê A.A. dotmama xwe Sultan Akgula 4 salî kuşt.

Li gorî agahiyan, malbata Sultanê demekê xeber ji keça xwe nesitandiye û xeber daye cendirmeyan.

Cendirmeyan piştî demekê laşê Sultanê li kadînê dît.

Cendirmeyan ji ber xwîna li ser sola wî tê derxist ku A.A. gumanbar e.

Pismamê Sultanê yê 14 salî di îfadeya xwe de got ku Sultanê kevir avêtiye wî û wî jî qirika wê jê kiriye.

A.A. piştî îfadeya xwe, bi biryara dadgehê hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst