Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxeniyê ya Ameda Bakurê Kurdistanê di pevçûna du malbatan de ciwanekî 18 salî hat kuştin.
Li gorî agahiyan, li navenda Erxeniyê du malbat piştî nîqaşeke dijwar bi çekan pev çûn.
H.A.Y. (18) di pevçûnê de bi guleyê birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê ew bir nexweşxaneyê lê ew ji mirinê rizgar nebû.
6 gumanbar hatin desteserkirin û polîsan dest danî çifteyekê û demançeyên ku di pevçûnê hatine bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse