Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê diyardeya êrîşên kûçikên beredayî zêde bûye û herî dawiyê li devera Mela Omer a Hewlêrê 3 kûçikan êrîşî şivanekî 15 salî kirine û ew birîndar kirine.
Şivanê bi navê Hesen Osman, tenê du kîlometreyan ji mala xwe dûr bûye dema ku rastî êrîşa kûçikan hatiye. Qaymeqama Deşta Hewlêrê jî ji Rûdawê re ragihand ku ev diyardeyeke giştî ye li Herêma Kurdistanê û di vê çarçoveyê de jî wan nivîsek pêşkêşî parêzgariya Hewlêrê kiriye û li benda bersivê ne.
Hesen Osman dema li Komelgeha Mela Omer şivaniya pezên xwe dikir ji aliyê 3 kûçikan ve rastî êrîşê hat.
Her sê kûçik ji 3 aliyan ve çermê serê Hesenê 15 salî birîne. Hesen yekser rakirin nexweşxaneya Rojava ya li Hewlêrê û niha rewşa wî ya tendirustî cîgir e.
Hesen Osman got "Ez li ber pezan bûm û ji nişkekîve 3 segan êrîşî min kir. Eger Mûsa ez rizgar nekiribam, wê wan segan ez xwaribama."
Li gor malbata Hesen segên ku êrîşî kurê wan kirîn, bê xwedan in û ew seg gelekî li wê deverê têne dîtin.
Osman Ewla bavê Hesen dibêje "Dema ez giham cihê bûyerê, min yekser kurê xwe rewaneyî nexweşxaneyê kir û çareserî wergirt.Daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku van segan ji cadeyan rakin û cihek ji bo wan were amadekirin, ji ber ku îro kurê min rizgar bû, lê eger heye ku kesên din di bûyereke bi vî rengî de bimre."
Hekîm Ewla mamê Hesen diyar kir "Rewşa tendrustî ya biraziyê min gelekî xirabe, lewma daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku alîkariyê bi me re bike, bi taybet ji aliyê wergirtina çareseriyê ve."
Li cihî ku nêzîkî 2 Km dûrî mala Hesen e, ew rûdane çêbû. Hebûna şivanê malê li gel Hesen canê wî rizgar kir.
Şivanê malê Mûsa Mewlud got "Em li ber pez bûn û ji nişkekî ve min dît ku 3 seg êrîşî Hesen dikin, eger ez ne li gel Hesen bam, wê wan segan ew xwaribana."
Qayimeqama deşta Hewlêrê Ciwan Refîq Fethilla, ji tora med rudawê re ragihand ku hebûna segên berdayî pirsgirêkeke giştiye li Herêma Kurdistanê û li destpêka heftiyê wan nivîsarek ji parêzgehê re şandiye û daxwaza çareserkirina vê babetê kiriye û biryare di demekê nêzîk de stargehek ji segên berdayî re were çêkirin.
Li gor nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê, ku Hesen li werê çareserî wergirtiye, her şev 2 yan 3 haletên bi vî rengî digehên nexweşxaneya wan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse