Şivanan êriş kir: 102 kes hatin kuştin

15-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şivan Nîjerya Ajeldar Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li eyaleta Benueyê ya li naverasta Nîjeryayê, di êrişên çekdarî de 102 kes hatin kuştin.

Şêwirmendê Taybet ê Ewlehiya Navxweyî û Karên Navxwe yê Eyaleta Benueyê Joseph Har, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku kesên çekdar di saetên serê sibehê de êrişî herêma Yelewatayê ya eyaletê kirine.

Har da zanîn ku di êrişê de 102 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne û ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Har her wiha bangî gelê herêmê kir ku aram bin.

Berdevkê Polîsê Benueyê Udeme Edet jî anî ziman ku hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatine kirin û bûyer ketiye bin kontrolê.

Ji aliyekî din ve, di nûçeyên çapemeniya neteweyî de hat diyarkirin ku êriş ji aliyê şivanên eşîra Fulanî ve ku bi ajaldariyê debara xwe dikin, hatiye pêkanîn.

Li eyaleta Benueyê, di navbera eşîra Fulanî ya ku bi ajaldariyê re mijûl dibe û hinek eşîrên ku bi cotkariyê debara xwe dikin de, dem bi dem pevçûnên tund rû didin.

Di êrişên ku şivanên eşîra Fulaniyê di 2yê Hezîranê de li herêmên Gwer West û Edikwu Akpaliyê yên eyaletê pêk anîbûn de, 43 kes hatibûn kuştin.

Fûlaniyên ku ji bo çêrandina ajelên xwe koçî herêmên cuda yên welêt dikin, îdia dikin ku cotkar hewl didin ajelên wan bidizin û êrişî wan dikin.

Çeteyên çekdar jî ji van pevçûnan sûdê werdigirin, êrişan pêk tînin û gefan li xelkê herêmê dixwin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst