Asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo geştên asmanî hat vekirin

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Geştên Asmanî Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de geştên asmanî yên Îraq û Herêma Kurdistanê dest pê dikin.

Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ji Rûdawê re diyar kir ku qada asmanî ya Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye vekirin û geştên asmanî asayî bûne.

Piştî ku Îraqê ragihand ku geştên asmanî ji nû ve dest pê dikin, berpirsên balafirgehên navneteweyî yên Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê diyar kir ku geşt dê dest pê bikin.

Berdevkê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji Rûdawê re got, "Em ji aliyê Îraqê ve hatine agahdarkirin ku ji saet 10:30ê sibehê ve asman hatiye vekirin.

Niha em li benda kompanyayên geştyariyê ne ku bernameyên xwe yên ji bo destpêkirina geştan ragihînin."

Li aliyê din, Berdevkê Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê Herdî Semed jî ji Rûdawê re got, "Em destpêkirina jinûve ya geştên asmanî ji radigihînin.

Tê pêşbînîkirin ku em di rojên bê de bernameya asayîbûna geştan ragihînin."

Çavkaniyekê ji Balafirgeha Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê jî ji Rûdawê re got, "Em hatine agahdarkirin ku geşt ji nû ve dest pê dikin."

“Li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê 1,283 geşt hatin betalkirin"

Berdevka Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîlan Reşadê jî ji Rûdawê re got,"Piştî girtina asmanê Îraqê ji ber şerê Îran û Îsraîlê, di heyama 10 rojan de li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê 1,283 geşt hatin betalkirin."

Roja Înê 13ê Hezîrana 2025an Îsraîlê êrişî Îranê kir û paşê Îranê bersiva êrişa Îsraîlê da.

Di 21ê Hezîrana 2025an de Amerîka jî ket nav şer û baregehên atomî yên Îranê hatin bombebaran kirin.

Li gorî gotina Dîlan Reşadê di 10 rojan de li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê 1,184 geşt hatine betalkirin.

Dîlan Reşadê got, "Di wê heyamê de li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê jî 99 geşt hatine betalkirin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îran û Îsraîl ji bo agirbestê li hevdû kirine.

Li gorî nexşerêya Serokê Amerîkayê Donald Trump, qonaxa yekem a agirbesta Îran û Îsraîlê berbanga îro saet 07:00ê (bi dema Hewlêrê) dest pê kir.

Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê lihevkirina li ser agirbesta “giştgir û temam” ragihand û ew agirbest ji 5 qonaxan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst