Rohîna ji Rojavayê Kurdistanê ji bo çareseriya nexweşiya xwe li benda xêrxwazan e

24-06-2025
Nayîf Remezan
Rohîn û dapîra xwe Nîroz /Wêne: Rûdaw
Rohîn û dapîra xwe Nîroz /Wêne: Rûdaw
Nîşan Rohîn Elî Rojavayê Kurdistanê Nexweşî
A+ A-

Dihok (Rûdaw) - Rohîn Eliya 2 salî ya ji Rojavayê Kurdistanê ku bi nexweşiya atiyê (epîlepsî) ketiyê çavên wê yên ku ji ber nexweşiyê êdî nabînin çareseriyê li benda xêrxwazan in.

Rohîn Elî jiyaneke kurt û tijî nexweşî heye. Du sal û çar meh in ku hatiye ser dinyayê.

Ew ne dikare li ser pêyên xwe bisekine û ne jî rûnê. Bi nexweşiya atiyê (epîlepsî) ketiye û ronahiya çavên xwe jî ji dest daye.

Malbata wê jî ewqas destteng e ku nikarin çareseriyê jê re bikin.

"Heqê derman tine ku em bikirin û bidinê"

Nîroz Xerbî dapîra Rohînê wiha behsa rewşa neviya xwe ya nexweş dike:

"Dema ku jidayik bû, ti tiştekî wê nebû, henek û yarî dikirin. Piştî demekê me dît ku di destên me de hişk bû.

Me ew bir ba doktor, wî got 'Ma ne-ketiye?' Me got 'Na; ew neviya me ya yekem e di malê de, em pir hay jê hene'.

Piştre got 'ji ber tayê wisa lê hatiye' û niha li ser dermanên atiyê (epîlepsi) dijî. Carinan heqê derman bi me re tine ku em bikirin û bidinê."

Rohîn ji malbateke penaber a Rojavayê Kurdistanê ye.

Bapîrê wê karker e, û bavê wê jî ji ber nexweşiyê nikare kar bike.

Li gorî gotina bapîrê wê, hevjîna wî jî nexweş e. Ew bi tenê ji bo debara jiyana malbata xwe ya heşt kesî kar dike lê ew jî têra wan nake. Çavên wan li xêrxwazan e.

"Pere nînin ku ez çareseriya wê bikim"

Mahir Besrawî bapîrê Rohînê bêçaretiya xwe wiha tîne zimên:

"Ez ji sibê heta êvarê bi 15 hezar dînarî ya şixul dikim an şixul nakim. Ez îro neçûm kar û malbata min bê nan û xwarin e.

Car caran cîran alîkariya me dikin. Kurê min nexweşiya dil heye û neviya min bêçare ye.

Doktor dibêje 'wê çare bikin' lê pere nîne ku em çareseriya wê bikin."

Ew niştecihên kampa Domîzê ne, di kirê de ne û mehane 150 hezar dînar kirê didin.

Kelûpelên nav malê jî xêrxwazan ji wan re peyda kirine.

Ev malbat di sala 2012an de ji bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê koçî Dihokê kiriye.

Piştî du salan, ji ber rewşeke taybet vegeriyane warê xwe. Piştre careke din bûne penaber li Başûrê Kurdistanê lê maf nehatiye dayîn ku ew biçin kampê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst