Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ew nûçeyên ku digotin ew dê çekên xwe deynin derewand.
Berdevkê HSDyê Ebcer Dawud got, “Merc ne guncav in ku em van çekan radest bikin.”
HSDyê ew îdiayên ku digotin ji bo tevlîbûna artêşa Sûriyeyê 30 roj ji wan re hatine destnîşankirin û ew dê çekên xwe radest bikin, red kir.
Berdevkê HSDyê Ebcer Dawud ji rojnameya Şerq El-Ewsatê re axivî û diyar kir ku ji ber tundiya zêde û gefên DAIŞê yên li herêmê, di vê qonaxê de ne mimkin e ku ew çekên xwe radest bikin.
"Em ne xweradestkirin, çareseriyeke destûrî dixwazin"
Ebcer Dawud îdiayên ku dibêjin ji bo tevlîbûna HSDyê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê dem hatiye destnîşankirin red kir û wiha got:
“Eger em li bûyerên tundiyê yên li başûr, gefên zêde yên DAIŞê û rewşa ewlehiyê ya giştî binêrin, ne realîst e ku em çekên xwe radest bikin.”
Dawud diyar kir ku ew wekî HSDyê amade ne tevlî saziyên dewleta Sûriyeyê bibin û tekez kir ku ev yek tenê di çarçoveyeke destûrî ya yasayî de, bi naskirina statuya taybet a hêzên wan mimkin e.
"Em dikarin bibin beşek ji artêşê, lê merc girîng in"
Dawud anî ziman ku divê hêzên leşkerî yên li herêmên di bin kontrola HSDyê de bi artêşa Sûriyeyê re bên entegrekirin û wiha pê de çû:
“Eger rêkeftineke destûrî ya ku hêzên me nas bike pêk were, em dikarin bibin beşek ji artêşa Sûriyeyê. Lê di qonaxa niha de merc ji bo vê yekê ne guncav in.”
Hevdîtinên Ebdî-Barrack didomin
Berdevkê HSDyê eşkere kir ku hevdîtina dawî ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack de "erênî" derbas bûye.
Dawud bal kişand ser wê yekê ku ev hevdîtin di nava mehekê de hevdîtina duyem a di asta bilind de ye.
Dawud da zanîn ku hevdîtina yekem 9ê Tîrmehê li Qesra Tişrînê ya Şamê, bi Wezîrên Parastin, Karên Navxwe û Karên Derve yên Sûriyeyê û Serokê Îstixbarata Giştî re û her wiha bi beşdariya Nûnerê Taybet ê Fransayê yê Sûriyeyê Jean-François Guillaume û fermandarên Hevbendiya Niştimanî ya Têkoşîna Demokratîk pêk hatiye.
"Em şer nakin, em gelê xwe diparêzin"
Dawud bi bîr xist ku HSD di mehên dawî de bi ti komeke leşkerî re şer nekiriye û got:
“Em bi ti aliyî re di nav şer de nînin, lê em dê li her dera ku em lê bin gelê xwe biparêzin.”
Mezlûm Ebdî: Eger peyman bê bicihanîn pêwîst nake em çekan deynin
Li aliyê din, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke xwe ya destpêka vê mehê de ji bo rojnameyeke Almanî gotibû ku eger peymana ku wî 10ê Adarê bi Serokkomar Ehmed Şer re îmze kiriye bê bicihanîn, pêwîstî bi danîna çekan namîne.
Ebdî wiha gotibû, “Em bi xalên peymanê ve pabend in. Eger hikûmet van xalan bi cih bîne, HSD jixwe dibe beşek ji artêşa Sûriyeyê.
Di vê rewşê de, ne niha û ne jî di paşerojê de pêdivî bi komkirina çekan namîne.
Ji ber ku berpirsyariya parastina bakurêrojhilatê welêt di çarçoveya destûrî de dikeve ser milê artêşa Sûriyeyê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse