Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur Ebû Omer Îdlibî ragihand ku îro peymana tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li nav artêşa Sûriyeyê tê îmzekirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şandeyeke wan a bilind bi serokatiya Mezlûm Ebdî li Şamê ye û bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re dicive.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî serokatiya şandeyê dike.
Di şandeyê de ji bilî Mezlûm Ebdî, Endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo jî cih digirin.
Fermandarê "Hêzên Demokratîk ên Bakur" ên ku beşeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in Ebû Omer Îdlibî, derbarê peymana bi hikûmeta Şamê re ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Îdlibî diyar kir ku dê îro kaxezeke li ser têkoşîna li dijî DAIŞê û kaxezeke li ser tevlîbûna HSDyê ya nav artêşê bi awayê fîrqeyên leşkerî werin îmzekirin.
"3 fîrqe û 3 lîwa tên avakirin"
Ebû Omer Îdlibî li ser hûrgiliyên peymana leşkerî ev zanyarî dan:
"Li ser avakirina 3 fîrqe û 3 lîwayan lihevkirin hatiye kirin.
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dê di çarçoveya lîwayeke taybet de cih bigirin.
Her wiha dê lîwayeke taybet ji bo parastina sînoran û lîwayeke din jî ji bo têkoşîna li dijî terorê werin avakirin."
Amerîka û welatên Ereb garantor in
Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur eşkere kir ku peyman dê bi amadebûna aliyên navneteweyî were îmzekirin û got:
"Îmzekirin dê bi amadebûna nûnerên welatên Ereb, efserên artêşa Amerîkayê, Fermandarê Hêzên Hevpeymaniyê û Thomas Barrack pêk were. Ev alî dê di heman demê de bibin garantorên peymanê."
Ebû Omer Îdlibî her wiha destnîşan kir ku mohleta bicihanîna bendên peymana 10ê Adarê ya taybet bi dosyayên sivîl dê were dirêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse