Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şandeyeke wan a bilind li Şamê bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re civiya ye.
Di civînê de biryar hatiye dayîn ku ji bo yekkirina hêzên leşkerî diyalog bê navber berdewam bike.
Li gorî daxuyaniya fermî ya HSDyê, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo beşdarî civînê bûne.
Xala sereke ya rojeva civînê, yekkirina hêzên leşkerî yên li herêmê di bin banekî fermî de û danîna çarçoveya yasayî û leşkerî ya vê pêvajoyê bûye.
"Heta encamên şênber civîn dê bidomin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtin di rewşeke avaker de derbas bûye û ev agahî hatin dayîn:
"Fermandariya HSDyê di çarçoveya diyalogeke fermî de bi rayedarên hikûmeta Şamê re mijara yekkirina hêzên leşkerî gotûbêj kir.
Her du alî gihiştin wê baweriyê ku heta encamên şênber bên bidestxistin, nîqaş û şopandina pêvajoyê berdewam bikin û di dema pêş de civînan bidomînin."
Çi bûbû?
Ji sala 2011an ve ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, pêwendiyên HSDyê ya ku bakur û rojhilatê Sûriyeyê kontrol dike û hikûmeta navendî ya Şamê, carinan bi pevçûn û carinan jî bi hevkariya neçarî dewam kirin.
Birêvebiriya Şamê demeke dirêj e daxwaza serweriya tam a li ser hemû xaka welêt û tevlîbûna rasterast a hemû hêzên leşkerî ya nav Artêşa Sûriyeyê dike.
Li hemberî vê yekê, HSD dixwaze destkeftiyên xwe yên li herêmê biparêze û bi parastina avahiya xwe ya xweser, daxwaza entegrasyoneke leşkerî ya bi "statuyeke taybet" dike.
Hewldanên berê yên mizakereyan, ji ber nakokiyên li ser mekanîzmaya "ferman û kontrolê" bê encam mabûn.
Peymana 10ê Adarê
Ev civîna dawî ya li Şamê, wekî berdewamiya trafîka dîplomatîk a di çarçoveya "Peymana 10ê Adarê" de tê nirxandin.
Peymana 10ê Adarê, ji bo rêkxistina pêwendiyên leşkerî û îdarî yên di navbera hikûmeta navendî û bakurrojhilatê Sûriyeyê de, avakirina komîteyên teknîkî li xwe digirt.
Li gorî wê peymanê; nexşerêyek hatibû diyarkirin da ku mijarên wekî entegrekirina HSDyê ya nav sîstema parastinê ya Sûriyeyê, statuya destûrî ya birêvebiriyên xwecihî û parvekirina desthilata îdarî werin nîqaşkirin.
Civîna dawî ya li Şamê, wekî yek ji têkiliyên herî bilind ên di warê entegrasyona leşkerî ya nexşerêya 10ê Adarê de hat tomarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse