Wan (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê ji Rûdawê re got, “Divê qeyûm werin rakirin û Ocalan azad bibe.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li ser pêvajoya aştiyê û çareseriyê axivî.
Wê daxwazên sereke yên wekî “statuya ji bo Kurdan, fermîbûna zimanê Kurdî, rakirina qeyûman û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan” anîn ziman.
Li Wanê di çarçoveya pêvajoya aştiyê de mîtîngeke girseyî hat lidarxistin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Berdevka Înîsiyatîva Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî beşdarî mîtîngê bû derbarê pêvajoyê ji Rûdawê re axivî.
Wê anî ziman ku Komîsyon dereng hatiye avakirin lê dîsa jî girîng e û got ku tenê bi Komîsyonê ev pirsgirêk çareser nabe.
“Divê her kes berpirsiyariyê bigire”
Gulcan Kaçmazê diyar kir ku divê ji bo serkeftina pêvajoyê her kes xwe berpirsiyar bibîne û wiha pê de çû:
"Em tenê nikarin her tiştî ji Komîsyonê re bihêlin. Hewce ye ku di nava civakê de, hem ên li axa Kurdistanê û hem jî yên li axa Tirkiyeyê xwe vê pêvajoyê xwe berpirsiyar bibînin. Li gorî wê xebatan bimeşînin.
Bila li aliyekî ciwan xebatan bimeşînin, bila li aliyekî karker xebatan bimeşînin, bila li aliyekî siyasetmedar xebatan bimeşînin.
Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e, ev pirsgirêka gelê Tirkiyeyê hemû ye.”
“Rênedana axaftina bi Kurdî nayê qebûlkirin”
Gulcanê bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û rêgirtina li axaftina Dayîkên Aştiyê ya bi Kurdî bi bîr xist û got:
“Em vê qebûl nakin. Ji xwe em vê binpêkirinê li parlamentoyê jî dibînin. Dema Dayîkeke Aştiyê bi zimanê Kurmancî derdê xwe tîne ziman, pêşiya wê tê girtin û derbasî zimanê Tirkî dibe.
Eger îro ev Komîsyon hatiye avakirin, ji bo çi hatiye avakirin? Yanî ev pirsgirêkeke mezin e û em vê qebûl nakin.”
“Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were”
Parlamentera DEM Partiyê daxwazên xwe yên sereke ji bo çareseriyê wiha anîn ziman:
"Em di serî de ji bo gelê Kurd statuyê dixwazin. Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî.
Em dixwazin ku xesba îradeyê bi paş ve bê kişandin, yanî ew qeyûm bi paş ve bên kişandin.
Dîsa rastiya me ya sereke azadiya Birêz Ocalan e, divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were.
Çima em wisa dibêjin? Pêşengiya vî tiştî Birêz Ocalan kiriye. Birêz Ocalan ew deriyê aştiyê vekiriye. Ji ber wê yekê ku birêz Ocalan gere bi gel, çapemenî, rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyenan re karibe hevdîtinan bike."
#VÎDEO - ❝Mijara me ya sereke azadiya Birêz #Ocalan e. Em ji Kurdan re statuyê dixwazin❞
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 24, 2025
🛑 MHP, AKP Partî û DEM Partî li qadê ne. Kî ji aştiyê çî fêhm dike?
🛑 Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ji Rûdawê re axivî:
🗨️ Komîsyon dereng hat avakirin lê dîsa jî… pic.twitter.com/cic8Q6L6AA
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse