Koçyîgît: Pêwîst e komîsyon here Îmraliyê û zemîna yasayî amade bike

24-08-2025
Bîlal Ehmed
Nalîn Hesen û Gulistan Kiliç Koçyîgît\ Wêne û Vîdeo:Rûdaw
Nalîn Hesen û Gulistan Kiliç Koçyîgît\ Wêne û Vîdeo:Rûdaw
Nîşan Gulistan Kiliç Koçyîgît DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê Komîsyona Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku divê komîsyona parlamentoyê li nêrîn û ramanên Abdullah Ocalan guhdarî bike.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Endama Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bû mêvana Bultena Nûrojê ya Rûdawê û behsa karên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir.

Koçyîgîtê tekez kir ku divê dema xebata komîsyonê neyê dirêjkirin û got, "Karê ku bi sal û mehan bidome, dikare rastî provokasyonan were."

"Armanca sereke divê di nav rojevên din de winda nebe"

Serokwekîla Koma DEM Partiyê da zanîn ku komîsyonê karnameya xwe amade kiriye û civînên guhdarkirinê dê nêzîkî mehekê bidomin lê divê ev pêvajo zêde neyê dirêjkirin.

Wê destnîşan kir ku bingeha avakirina komîsyonê, vegera gerîlayan, rakirina sîstema qeyûman û çareserkirina Pirsgirêka Kurdan be.  

Koçyîgîtê hişyarî da û got, "Nabe hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bikevin rojeva komîsyonê. Hinek alî dixwazin hemû pirsgirêk li vir bên nîqaşkirin lê em vê yekê naxwazin.

Divê armanca sereke di nav rojevên din de winda nebe."

"Heta yasa neyên guhertin, ti gerîla venagere"

Siyasetmedara Kurd Koçyîgîtê anî zimên ku erkê herî girîng ê komîsyonê amadekirina zemîna yasayî ye ji bo çareseriyê û wiha pê de çû: "Divê rê li ber vegera gerîlayan were vekirin.

Di pêvajoya borî de, 30 gerîlayên ku çek danîbûn, dema vegeriyan hatin girtin.

Heta ku ev yasa neyên guhertin, ti gerîla venagere. Armanca me ew e ku beriya vebûna parlamentoyê em van yasayan amade bikin."

11ê Hezîrana 2025an 30 gerîlayên PKKyê ku Hevseroka KCKyê Besê Hozat jî di nava wan de bû, li Şikefta Caseneyê ya li Silêmaniyê bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandibûn.

"Yê ku pêvajoyê bi rê ve dibe Ocalan e"

Koçyîgîtê rola Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan wekî mijareke sereke bi nav kir û bi awayekî zelal got, "Yê ku pêvajoyê bi rê ve dibe Ocalan e."

Serokwekîla Koma DEM Partiyê komîsyon jî rexne kir ku heta niha serdana Îmraliyê nekiriye û wiha got:

"Pêwîst e komîsyon beriya her tiştî guhdariya Rêzdar Ocalan bike. Piştî avakirina komîsyonê, ti hevdîtin bi Ocalan re çênebûne.

Ji ber ku nûnerên hikûmetê jî di nav komîsyonê de ne, divê di demeke herî kin de serdana Îmraliyê were kirin."

Koçyîgîtê di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku têkiliya wan a rasterast bi Qendîlê re tune ye û dibe ku MÎT û hikûmet pêwendiyê birêve bibin.

Wê careke din tekezî li ser guhertina yasayan kir û got, "Komîsyon dê hemû pirsgirêkan çareser neke lê ew dê bingeha guhertinê deyne.

Deriyê aştî û çareseriyê vebûye. Karên me yên lezgîn ew in ku em yasayên girêdayî girtiyan û gerîlayên ku çekên xwe datînin biguherînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst