Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em dê li dijî tezkereya şer derkevin

20-10-2025
Nîşan Gulistan Kiliç Koçyîgît DEM Partî AKP Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û bertekeke tund nîşanî tezkereya şer a Îraq, Sûriye Lubnanê da.

Tê payîn ku tezkere hefteya pêşiya me bê rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.

Koçyîgîtê got, "Polîtîkayên ewlehîparêz ti pirsgirêk çareser nekirine, berevajî vê yekê pirsgirêk veguherandine aloziyeke mezin."

"Polîtîkayên ewlehîparêz çareserî nînin"

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî zimên ku di demekê de qala aştî û bêpevçûniyê tê kirin, anîna tezkereya şer nakokiyeke mezin e û got:

"Bi vê tezkereyê re dixwazin dema mayîna leşkeran a li Sûriye û Îraqê dirêj bikin û leşkerên nû bişînin.

Ev nayê qebûlkirin. Vê tezkereyê wekî ewlehiya welat pêşkêş dikin lê ew midaxeleya karên navxweyî yên welatên din e. Lewma ne rewa ye û ne jî hiqûqî ye."

Koçyîgîtê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî û got, "Pêvajoyek dimeşe û em hemû piştgiriyê didin wê.

Ji sedî 70ê Tirkiyeyê ji bo serkeftinê dia dike lê mixabin ji ber polîtîkayên hikûmetê yên hevnegirtî, li şûna ku gavên ji bo çareseriya demokratîk bên avêtin, ev polîtîkayên ewlehîparêz tên meşandin û ev jî bêbaweriyê ava dike."

Serokwekîla Koma DEM Partiyê diyar kir ku divê pêdiviyên gelên Kurd, Ereb, Êzidî, Durzî û Elewî esas bên girtin, ne yên birêvebiriyan û got:

"Gelên Sûriyeyê dikarin paşeroja Sûriyeyê diyar bikin. Em qebûl nakin ku ji derve midaxele li Sûriyeyê bên kirin."

"Ev budce, budceya talanê ye"

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê her wiha budceya sala 2026an rexne kir û ew wekî "budceya şer û faîzê" bi nav kir.

Siyasetmedara DEM Partiyê her wiha got, "Mixabin ev budce jî ji budçeyên salên berê cuda nîne.

Ne budçeya gel, xizan, jin, ciwan û zarokan e lê budceya qesrê, alîgir, rant, talan û sermayedaran e.

Ji sedî 11,4ê budceyê ji bo mesrefên parastinê tê veqetandin."

"Em dê pakêta darazê qebûl nekin"

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got, "Ev taktîka AKPyê ye. Pêşî bi veşartî parve dikin li berteka gel dinêrin û piştre zemîna fermîkirina wê ava dikin lê em bi eşkereyî dibêjin ku em dê vê yekê qebûl nekin."

Banga li dijî tezkereyê

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye di qonaxeke biryardayinê de ye û divê di sedsala duyemîn a komarê de aştî û demokrasiyê ji xwe re esas bigire.

Serokwekîla Komara DEM Partiyê di berdewamiyê jî de got, "Tirkiyeyeke ku aştiya xwe ya navxweyî pêk anîbe, dê ji bo aştiya herêmê jî gelek sûdewer be.

Em dibêjin tezkere û perspektîva ewlehîparêziyê çareserî nîne."

Koçyîgîtê ragihand ku ew dê wekî partî li lijneya giştî li dijî tezkereyê derkevin û bangî hemû partiyên din kir ku dengê "na" bi kar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst