Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ocalan negotiye YPG dê xwe fesix bike

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Gulistan Kiliç Koçyîgît DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê eşkere kir ku di hevdîtina Îmraliyê de Ocalan negotiye YPG dê xwe fesix bike.

Serokwekîla DEM Partiyê hûrgiliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re yên ku di "kurteya" Komîsyona Parlamentoyê de cih negirtine eşkere kirin.

Koçyîgîtê diyar kir ku Ocalan hişyarî daye ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer dibe ku bibe dîktator û got, "Ocalan negotiye YPG dê xwe fesix bike."

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê di hevpeyvîna xwe ya bi T24ê re bersiv da pirsên rojnameger Cansu Çamlibelê.

"Abdullah Ocalan: Eger demokratîkbûn nebe Şer dibe dîktator"

Serokwekîla DEM Partiyê diyar kir ku di kurteya ku li Komîsyonê hat xwendin de, nirxandinên Ocalan ên li ser Sûriyeyê bi zanebûn hatine veşartin an kurtkirin.

Koçyîgîtê di berdewamiyê jî de got, "Ocalan li ser Sûriyeyê nirxandineke berfireh kir û got 'Şer (Ehmed El Şer) îro dibêje ku ew guheriye.

Eger ev guherîn demokratîk be baş e lê eger nebe, Şer jî dê mîna Esed bibe dîktatorek û dê dîsa êşê bîne serê Sûriyeyiyan.'

Ocalan bi zelalî got ku eger sîstem dîsa bibe dîktatorî, hêzên Kurd dê nebin parçeyek ji vê sîstemê."

"Pêşniyara hêza Asayîşê û artêşê"

Li ser pirsa "Gelo Ocalan xwestiye HSD û YPG çekan deynin?", Koçyîgît wiha axivî:

"Na, Ocalan negotiye dê YPG mîna PKKyê xwe fesix bike yan hemû çekan deyne.

Wî gotiye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikarin bibin du beş.

Beşek dikare tev li artêşa navendî (Wezareta Parastinê) bibe, beşa din jî dikare wekî hêza asayîşa herêmî (girêdayî Wezareta Karên Navxwe) bimîne. Hata mînaka 'bekçiyên li Tirkiyeyê' daye."

"Kurteya parlamentoyê rastiyê venaşêre"

Koçyîgîtê li hemberî "kurteya" ku li Parlamentoya Tirkiyeyê belav kiriye nerazîbûna xwe anî zimên û got:

"Me 16 rûpelên ku îmzeya me li binî hebû da parlamentoyê. Ev kurteya ku hatiye amadekirin, ruhê hevdîtinê û gotinên Ocalan bi temamî nîşan nade.

Bi taybetî nirxandinên wî yên kûr ên li ser Sûriyeyê û hişyariyên wî yên li ser Ehmed Şer di vê kurteyê de nînin. Em vê yekê qebûl nakin."

"Divê Demirtaş li derve be"

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand rewşa Selahattîn Demîrtaş jî û got: "Divê niha Demîrtaş li cem me bûya û me bi hev re ev pêvajo ji civakê re şirove bikira.

Girtina wî ava aştiyê û pêvajoyê şolî dike."

"Em ne şirîkê Îttifaka Cumhurê ne"

Koçyîgîtê îdiayên ku DEM Partiyê bi MHP û AK Partiyê re tifaq kiriye bi tundî red kir û got:

"Em hîn jî li dijî polîtîkayên antîdemokratîk in. Em tenê ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan diyalogê dikin.

Heger destûreke bingehîn a li mitbexa AK Partiyê hatibe pijandin bê pêşiya me, em dê qet erê nekin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst