Robîn Reşvan: Eger Kurd bixwazin dê Îsraîl piştgiriyê bide

24-09-2025
RÛDAW
Robîn Reşvan bû mêvanê Rûdawê
Robîn Reşvan bû mêvanê Rûdawê
Nîşan Robîn Reşvan Civîna 80yemîn a Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Robîn Reşvan diyar kir ku serdana Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a New Yorkê û beşdariya wî ya civînên Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê bandoreke neyînî li Kurdan û paşeroja Rojavayê Kurdistanê bike.

Şirovekarê siyasî û rojnameger Robîn Reşvan bû mêvanê Rûdawê û pirsên li ser Civîna 80yemîn a Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Robîn Reşvanê ku ji Washingtonê bû mêvanê bultena Rûdawê diyar kir ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi hatina xwe ya Amerîkayê û hevdîtina bi Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump re rewatiyeke mezin a navneteweyî bi dest xistiye.

“Bandoreke neyînî dike”

Robîn Reşvan da zanîn ku bi vê serdanê re êdî Kurd wekî berê di siyaseta Amerîkayê de wekî “karteke bihêz” nayên dîtin û got:

“Mixabin bandoreke neyînî dike û dê bike jî.

Ji ber ku berê li Sûriyeyê Kurd wekî pareke ku dikare roleke mezin bilîze dihatin dîtin lê niha Şer rasterast bi Serokê Amerîkayê re rûdine.

Bi hatina wî ya New Yorkê û Neteweyên Yekbûyî, ew êdî rewatiyeke mezin bi dest dixe.”

“Tevgera Kurdî lawaz bûye”

Şirovekarê siyasî Robîn Reşvan bal kişand ser lawazbûna tevgera siyasî ya Kurdî û rexne kir ku Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî piştgiriya li Washingtonê bi kar neaniye û wiha axivî:

“Kurd nikarin wê sempatî û hezkirinê bizivirînin qazancên dîplomatîk, siyasî û mayînde.

Sedema vê yekê jî ew e ku tevgera Kurdî lawaz bûye.

Ji ber lawazbûna Kurdan, alîgirên Kurdan jî lawaz bûne.

Senatorên ku heta niha piştgiriya mafên Kurdan dikirin, ji ber ku Kurd bi xwe ti tedbîran wernagirin, ew jî bêdeng dimînin.”

“Dem li dijî Rojavayê Kurdistanê ye”

Robîn Reşvan amaje bi wê yekê kir ku siyaseta derve ya Sûriyeyê êdî ne di destê Amerîkayê tenê de ye û ew siyaset li gorî berjewendiyên Îngilistan, Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdî tê birêvebirin.

Robîn Reşvan da zanîn ku “Dem li dijî Rojavayê Kurdistanê ye” û divê Kurd bilez tevbigerin û ji bo vê yekê çend pêşniyar kirin:

“Divê Kurdên Sûriyeyê tedbîrên xwe bistînin.

Divê kongreyeke neteweyî kom bikin, Durziyan jî vexwînin.

Divê ji cîhanê re bêjin, siyaseta Trump a ku bi hevkariya Tirkiye, Îngilistan û Siûdî tê meşandin, li dijî me ye.”

Reşvan her wiha diyar kir ku divê Kurd Referanduma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê careke din bixin rojevê û ji bo mafên xwe yên rewa bi Îsraîlê re jî peywendiyan deynin û wiha pê de çû:

“Eger Kurd bixwazin, dê Îsraîl piştgiriyê bide.

Îsraîl naxwaze ku Sûriye bibe dewleteke navendî ya xurt.

Îsraîl dixwaze ku Kurd û Durzî bibin xwedî statu.

Divê Kurd ji vê yekê sûdê wergirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst