Li Herêma Kurdistanê 8 şirketên petrolê dê dest bi hinardekirinê bikin

24-09-2025
RÛDAW
Nîşan Hinardekirina Petrolê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê 8 şirketên petrolê dê bi fermî dest bi hinardekirina petrolê bikin.

8 kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî destpêkirina hinardekirinê petrolê ragihand û got:

“Em di esasê de li gel hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê gihiştin rêkeftinê.”

Wan 8 kompanyayan di daxuyaniyekê de anî ziman:

“Em dê bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê careke din dest bi hinardekirinê bikin.”

Kompanyayan her wiha spasiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Kompanyayan derbarê îmzekirina rêkeftinan amaje bi wê yekê kir ku ew pêşbînî dikin di çend rojên pêş de werin îmzekirin.

Di daxuyaniya wan 8 kompanyayan de hat gotin, “Rêkeftin misogeriya dayîna pereyan dide kompanyayên petrolê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst