RIHA - Zarokan li baxçeyê mizgeftê dar diçandin: Termê pitikekî dîtin

24-10-2025
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Pitik Mizgeft Term
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di baxçeyê mizgeftekê de termê pitikekî ku nû ji dayîk bûye di bin axê de veşartî hat dîtin.

Hat ragihandin ku doh dema zarokan li baxçeyê Mizgefta Firatê ji bo çandina daran erd kolaye, rastî termê pitikekî hatine.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Piştî kolandina polîsan, termê pitikekî kur ê ku nû ji dayik bûye, hat dîtin.

Tîman termê pitik piştî kar û barên yasayî bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst