Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê kargehek berhemên xorakê paket dike.
Fasûliyên ku cotkarên Bedlîsê berhem anîne li kargehê tên paket kirin ji welatan û bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re tên hinardekirin.
Xwediyê kargehê Kenan Orken anî ziman:
“Li navxwe hema bêje em berhem dişînin hemû bajaran û bazara me heye. Em vî berhemî li kargeha xwe paqij dikin, paket dikin û difiroşin.
Ez di wê baweriyê de me em dê îsal zêdetirî 12 heta 13 hezar ton berhem paket bikin. Hema bêje em ji sedî 85ê berhemê parêzgehê li vê kargehê paket dikin û difiroşin.”
Îsal cotkarên Bedlîsê li ser rûberê 80 hezar dekar erd fasûlî çandibûn.
Ji wî erdî jî derdora 20 hezar ton fasûlî hatine berhemanîn lê niha bazara vî berhemî li gorî berê hinekî sist e.
“Em dê rûyê cotkarên xwe bikenînin”
Serokê Odeya Çandiniyê ya Xelatê Necat Demîrden got:
“Tevî ku îsal berhem zêde ne baş e jî cotkarên me kêfxweş in. Niha firotin hinekî rawestiyaye û ev pirsgirêka me heye.
Eger em vê jî derbas bikin Înşalah em dê rûyê cotkarên xwe bikenînin.”
Bedlîs di berhemanîna fasûliyan de li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3yemîn parêzgeh e.
Ev parêzgeh ji sedî 15ê tevahiya berhemê navxwe yê fasûliyan berhem tîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse