Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulê nû yê Îmaratê yê Herêma Kurdistanê Ehmed Hesen Elşihî pêşwazî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê bi Konsulê nû yê Îmaratê yê Herêma Kurdistanê Ehmed Hesen Elşihhî civiya û ji bo erkê wî yê nû ew pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku saziyên Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina Ehmed Hesen Elşihî di erkê wî de dê piştgiriya wî bikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir û got:
"Her du aliyan pesnê asta pêwendiyên Îmarat û Herêma Kurdistanê da û xwesteka dualî ya ji bo bipêşxistina zêdetir a hemû warên hevkariya hevbeş dûpat kir.
Her di vê derbarê de behsa derfetên kar û hilberîna Îmaratê ya li Herêma Kurdistanê hat kirin."
Li gorî daxuyaniyê, hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, mijareke din a hevdîtinê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse