ROJAVA - Guhertina sîstema perwerdeyê: Zimanê Kurdî dê bibe derseke vebijêrkî?

2 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Dibistaneke li Rojavayê Kurdistanê
Dibistaneke li Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Perwerde Kurdî Ehmed Hîlalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Entegrasyonê ya Serokkomariya Sûriyeyê Ehmed Hilalî ragihand ku piştî entegrasyonê dê li şûna mufredata Rêveberiya Xweser mufredata neteweyî ya Sûriyeyê were xwendin.

Hîlalî ji bo zimanê Kurdî jî got, "Kurdî dikare bibe derseke vebijêrkî."

Komîteya Serokkomariya Sûriyeyê ya ji bo pêkanîna xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji Rûdawê re qala pêvajoya entegrasyona perwerdeyê kir.

Berdevkê wê komîteyê Ehmed Hîlalî pirsên me bersivandin.

Ehmed Hîlalî ragihand ku wî û Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko li ser bilezkirina amadekirina navendên ezmûnan ên polên 9 û 12an gotûbêj kiriye û got:

"Li Hisîça, Qamişlo, Şedadiyê û Serê Kaniyê dê navendên ezmûnan werin vekirin û dibe ku navendên din jî li wan bên zêdekirin."

Tenê mufredata Sûriyeyê dê were xwendin

Hîlalî destnîşan kir ku piştî temamkirina pêvajoya entegrasyonê dê tenê bernameya neteweyî ya Sûriyeyê wekî mufredata fermî were pejirandin.

Ehmed Hîlalî li ser vê mijarê wiha got:

"Di dosyeya entegrasyona perwerde û fêrkirinê de pêşketineke baş heye.

Ji bo pêvajoya entegrasyonê em hewceyî saleke xwendinê ya veguhêz in.

Berê li herêmê çend programên xwendinê yên wekî yên meclisên xwecihî, programa HSDyê, programa Suryanî û ya rejîma berê hebûn.

Sala veguhêz ji bo xwendekaran derfetek e da ku derbasî programa niştimanî ya yekgirtî bibin."

Ji bo zimanê Kurdî 2 pêşniyar hene

Hîlalî li ser paşeroja zimanê Kurdî ya di sîstema nû de diyar kir ku du pêşniyarên wan hene û wiha axivî:

"Pêşniyara yekem ew e ku zimanê Kurdî di hefteyê de bibe derseke vebijêrkî.

Ev yek di çarçoveya derfetan de pêkan e û ti aliyên wê yên neyînî nînin.

Pêşniyara duyem mufredat û rêbazên xwendinê yên niştimanî yên Sûriyeyê bibe zimanê Kurdî.

Lê ev yek bi taybetî di warê bazara kar û paşeroja pîşeyî de gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne."

Hîlalî amaje bi wê yekê jî kir ku eger programên niştimanî ji bo zimanê Kurdî bên wergerandin û wekî vebijêrkî bên pêşkêşkirin, dê pêwîstî bi avahî û dibistanên taybet hebe ku ew jî niha kêm in.

Her wiha li gorî wî, ji ber lawaziya dîtina kar di paşerojê de, dê eleqe û daxwaz li ser programên wergerandî nebe.

Hîlalî da zanîn ku ev pêşniyar ji bo Emîndariya Giştî ya Serokkomariyê hatine şandin.

Rewşa mamosteyan

Wî derbarê rewşa mamosteyan jî got, Wezareta Perwerdeyê yasaya kar û barên mamosteyan amade kiriye û ew niha li benda civîna parlamentoyê ne da ku ev mijar were gotûbêjkirin û pejirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst