Nêçîrvan Barzanî: PDK hîn jî partiya herî bihêz e

24-11-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî PDK Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku piştî 79 salan PDK hîn jî partiya herî bihêz e.

Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi xwendekarên xûla 20emîn, berpirs û desteya kargêrî ya Peymangeha Pêgihandina Kadroyan a PDKyê re civiya û got, “PDK hîn jî partiya herî bihêz û mezin e.”

Li gorî malpera Partiya Demokrat a Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de xwendekarên ku di peymangehê hatine wergirtin pîroz kir.

Her wiha rola peymangehê bilind nirxand ku wekî yek ji saziyên resen û girîng ên PDKyê, ji serdema şoreşê ve heta îro di hemû rewşan de bi berdewamî kadro gihandine.

"Kadro sîmaya PDKyê ne"

Li gorî Nêçîrvan Barzanî, kadro hem rûyê partiyê yê di nav gel de ne, hem jî motora xebatên rêxistinî ne.

Nêçîrvan Barzanî di vê derbarê de teqez kir ku pêwîst e kadro her tim xwe li gel hizir û bipêşketinên serdemê nû bikin û pabendî dîsîplîna PDKyê bin.

"PDK partiyeke zindî ye"

Alîkarê Serokê PDKyê di beşeke din a axaftina xwe de dûpat kir ku gelek rewş û rojên dijwar rûbirûyî PDKyê bûne lê piştî zêdetirî 79 salan hîn jî partiya herî bihêz û mezin e, ev jî nîşaneya wê yekê ye ku partiyeke zindî ye.

Nêçîrvan Barzanî her wiha teqez kir ku PDK bi dilsoz û kadroyên jêhatî, her tim zindî dimîne û bi pêş dikeve.

Li aliyê din xwendekar, berpirs û desteya kargêrî ya peymangehê, tevî derbirîna spasiyan ji bo piştevaniya Nêçîrvan Barzanî, teqez kir ku ew dê li ser bingeha fikir û rêbaza PDK û Barzaniyê Nemir, erkê xizmetkirina gel û niştiman bi cih bînin.

Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de destxweşî li erk û mandûbûna peymangeh û mamosteyan kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst