Dêrsim (Rûdaw) – Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (KURT-KAV), li Dêrsimê li ser rêxistiniya Kurdan a beriya 1925an û pêwendiyên wê yên Dêrsimê konferansek li dar xist.
Dîroknas û lêkolîneran di konferansê de têkiliyên Şêx Seîd û Seyîd Riza, pêvajoya Koçgiriyê û rola rêxistinên modern ên Kurdan nirxandin.
KURT-KAVê di konferansa xwe de li ser dîroka herêmê û rêxistinên Kurdan rawestiya. Beriya destpêkirina konferansê şehîdên Dêrsimê hatin bibîranîn.
Dîroknas û nivîskar Mahmut Akyureklî, dîroknas Doç. Dr. Yalçin Çakmak û lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj di konferansê de axivîn.
"Di navbera Şêx Seîd û Seyîd Riza de şerê mezhebî tunebû"
Dîroknas Mahmut Akyureklî diyar kir ku îdiayên li ser nakokiya mezhebî ya di navbera Şêx Seîd û Seyîd Riza de dûrî rastiya dîrokî ne.
Akyureklî destnîşan kir ku ev vegotinên şaş bi salan hatine manîpulekirin û pirsgirêka bingehîn a di navbera Kurdan de ne mezheb lê "kêmasiya hişmendiya Kurdî" bûye.
Veroj: Kesayetên Dêrsimî di rêxistiniya modern a Kurd de diyarker bûn
Lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj bal kişand ser Cemiyeta Tealî ya Kurd û rêxistinên din ên nûjen ên Kurdan ku dawiya serdema Osmaniyan hatine avakirin.
Veroj da zanîn ku di pêvajoya Serhildana Koçgiriyê de jî gelek kesayetên Dêrsimî rolên girîng girtine ser xwe.
Çakmak: Koçgirî, eşîr û polîtîkayên Osmaniyan
Doç. Dr. Yalçin Çakmak jî li ser paşxaneya Serhildana Koçgiriyê, pêkhateya eşîrî ya Dêrsimê û polîtîkayên Osmaniyan ên li hemberî herêmê axivî û ev mijar di çarçoveyeke dîrokî de nirxand.
Konferans bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse