Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê li nêzîkî gundê Tibyatê di 2 qezayên trafîkê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Li Gundê Tibyatê tira bi plakaya 31 Y 3337 a ku Îrfan A. diajot qulibî.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên îtfaiye û temduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hat tesbîtkirin ku şofêrê tirê li cihê qezayê canê xwe ji dest daye.
Termê Îrfan A. ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Li aliyê din, di heman demê de, otomobîlekê li welatiyên bi navên Serkan Y. (16) û Ozgur T. (22) xist.
Hat zanîn ku Serkan Y. û Ozgur T. dema xwestine herin alîkariya şofêr tirê otomobîlekê li wan daye.
Hat zanîn ku her du birîndar jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse