Li Mêrdînê qeza: Miriyek û 9 birîndar hene

27-08-2025
Nîşan Mêrdîn Qoser Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di encama lihevxistina otobuseke gel û TIRekê de kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn.

Li ser Xaçerêya Rêya Derdorê ya Taxa Sanayiyê, otobuseke gel û TIReke ku ajokar û plakayên wan nehatin zanîn li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Di qezayê de 10 kesên di otobusa gel de birîndar bûn.

Ajokarê otobusê yê ku di wesayîtê de asê mabû ji aliyê tîmên îtfaiyeyê ve hat derxistin.

Birîndar bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên li bajêr hatin kirin.

A.T.yê 65 salî nehat rizgarkirin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst