Mezlûm Ebdî: Çend caran hewldanên suîqestê çêbûn

24-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Kurd Sûriye Abdullah Ocalan Tirkiye Sûîqest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku çend caran hewldanên suîqestê li hemberî wî çêbûne û got, “Du caran hevalên me şehîd ketin.”

Mezlûm Ebdî ragihand ku di navbera wan û Tirkiyeyê de kanalên vekirî hene û dan û standin tên kirin.

Mezlûm Ebdî her wiha eşkere kir ku bi rêya nameyê pêwendiya wan bi Abdullah Ocalan re çêbûye û Ocalan xwestiye ku rayedarên Rojavayê Kurdistanê herin Îmraliyê.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de li gel Ajansa Mezopotamyayê (MA) behsa pêwendiyên bi Tirkiyeyê re, pêvajoya nû ya çareseriyê, rewşa Sûriyeyê û metirsiya DAIŞê kir.

Ebdî diyar kir ku agirbesta heyî ya bi artêşa Tirkiyeyê re encama pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê ye û got, “Em amade ne bibin alîkar da ku ev pêvajo bi ser bikeve.”

"Di navbera me û Tirkiyeyê de kanalên vekirî hene"

Mezlûm Ebdî li ser pirsa derbarê asta pêwendiyên bi Tirkiyeyê re got:

“Têkilî hene. Kanalên vekirî di navbera me de hene lê belê lihevhatin nîne.

Em bibêjin ev ne meseleya mizakereyan e. Hevdîtin hene, dan û standin hene. Ev tiştekî baş e.

Em li bendê ne ku asta van hevdîtinan hêj xurttir bibe; şêwazekî fermî, heta em karibin di hinek mijaran de li hev bikin.”

Ebdî amaje bi wê yekê kir ku hinek tirsên Tirkiyeyê hene û ew amade ne van mijaran gotûbêj bikin û wiha pê de çû:

“Yên me jî hene. Axên me yên dagirkirî hene. Ji ber hebûna Tirkiyeyê nikarin vegerin.

Wekî Efrîn, Serê Kaniyê. Mijarên bi vî rengî em dixwazin bi Tirkan re çareser bikin.”

"Ocalan xwestiye em herin Îmraliyê"

Fermandarê HSDyê eşkere kir ku di vê pêvajoyê de pêwendiyeke wan bi rêya nameyê bi Abdullah Ocalan re çêbûye û nêrînên hev parve kirine.

Ebdî li ser naveroka peyamê û îhtimala hevdîtina bi Ocalan re got:

“Şandeya ku diçe Îmraliyê ji me re got ku xwestek ji Rêber Ocalan jî heye ku rayedarên Rojava herin ziyareta wir.

Em jî pêwistiyeke bi vî rengî dibînin. Ev dê bandora xwe ya erênî hebe hem ji bo pêvajoya Bakur û hem jî ji bo pirsgirêka Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Mezlûm Ebdî li ser pirsa “Gelo hûn dixwazin biçin Tirkiyeyê bi rayedaran re rûnên?” jî wiha got:

“Ji bo me ti pirsgirêk nîne. Madem ev dê bibe roleke xwe ya erênî ya çareserkirina bi giştî, çima em dikarin herin. Erênî dibînin.”

"Em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin"

 General Mezlûm derbarê paşeroja Sûriyeyê, diyar kir ku ew Sûriyeyeke nenavendî dixwazin û got:

“Hedefa me ya esasî ew e ku em karibin van destkeftiyan biparêzin.”

Ebdî dîtina xwe ya ji bo rêveberiyê wiha rave kir:

“Ev dever karibin rayedarên xwe diyar bikin. Rayedarên xwe hilbijêrin; çi eskerî dibe çi ewlekarî dibe çi îdarî dibe.

Ew karibin rayedarên xwe hilbijêrin, bi xwe temsîl bikin. Bi xwe xwe hilbijêrin, li ser vî esasî tevlibûna xwe ya dewleta Sûriyeyê çêbikin.

Tişta ku em ji nenavendîtiyê qest dikin ev e. Ev Sûriyeyê zeîf nake, Sûriyeyê xurt dike.”

"DAIŞ hîn talûke ye"

Mezlûm Ebdî li ser pirsa “Gelo DAIŞ hîn talûke ye?”  hişyarî da û got ku DAIŞ kêm nebûye û planên wê hene ku xebatên xwe xurt bike.

Ebdî got, “Meha berê 15 hevalên me şehîd ketin. Dîsa hewldanên DAIŞê hene ji hepsê xwe bide revandin.

Kampa Holê xebatên xwe didin meşandin. Gelek herêm hene di valahiya ewlehiyê de serbest kar dikin.”

Wî derbarê Kampa Holê de jî diyar kir ku hejmara niştecihan daketiye nîvî lê hîn xeter heye û got, 2-3 mehan carekê karekî eskerî nekin dê ji kontrolê derkeve.”

"Şerê Kobaniyê noqteya şikandinê bû"

Fermandarê Giştî yê HSDyê di nirxandina xwe ya li ser pêvajoya şoreşê de Şerê Kobaniyê wekî “noqteya şikandinê” bi nav kir û got:

“Heke DAIŞ li Kobaniyê bi ser biketa dê li tevahiya Sûriyeyê bi ser biketa. Li Îraqê jî bi ser biketa.

Li Kobaniyê berxwedan çêbû û dirêj bû. Dinyayê ev dît. Kurd bûn yek. Kurdên çar parçeyan hatin wir şer kirin.”

Hewlên sûîqestê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku çend caran hewldanên suîqestê li hemberî wî çêbûne.

Mezlûm Ebdî di bersiva pirsa “Gelo heta niha qet metirsiyek li ser jiyana we çêbû yan na?” da.

Ebdî diyar kir ku çend caran hewldana kuştina wî hatiye kirin û got:

“Çend caran hewldanên suîqestê çêbûn. Du caran hevalên me şehîd ketin lê ev tiştekî normal e di pêvajoya şoreşê de. Niha em xebatên xwe dewam dikin.”

Mezlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de bangî gelên Tirkiyeyê kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya nû û got:

“Tevlibûna hêza HSDê ya nan Sûriyeyê dê ji bo Tirkiyeyê bibe aramî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst