330 malbatên koçber vegeriyan Gir Êzirê

24-12-2020
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Xelkê Gir Êzirê ji nebûna xizmetguzariyan gazindan dikin
Xelkê Gir Êzirê ji nebûna xizmetguzariyan gazindan dikin
Nîşan Şingal Gir Êzir
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Di heyama 6 mehên derbasbûyî de ji kampên penaberên di nav sînorê parêzgeha Duhokê de 330 malbat vegeriyana nahiya Gir Êzirê.

Piştî bûyerên 16 Cotmehê, berpirsên hikûmeta Iraqê çend carin seredana Şingalê dikin û behsa ji nûavakriina wê dikin, lê ta niha tiştekî berçav nehatiye kirin.

Xizmeguzariyên li nava nahiya Gir Êzirê û sê komelgeh û 30 gundên bi ser ve gelek kêm têne pêşkeşkirin, lê tevî wê yekê jî di heyama 6 mehên derbasbûyî de 330 malbat ji kampên Duhokê vegeriyan bo wê nahiyeyê.

Berî sala 2014an li nahiya Gir Êzirê nêzîkî 8 hezar malbatan hebûn.

Niştecihê Gir Êzirê Xelef Mendo dibêje: “Bi rastî hikûmetê tiştek ji bo me nekiriye. Li vê derê elektrîk nîne, dibistan, nexweşxane nînin, eger hebana xeld dê vegeryan bo ser malên xwe.”

Penaberên ku ji nû ve vegeryana bo ser malên xwe li Gir Êzirî, piraniya wan ev şeş sal bûn li Kampa Cim Mişko û Şaryayê bûn.

Yek ji vegeryayiyan Xezal Hesîn jî dibêje: “Li vê derê tiştek nîne, hikûmeta Iraqê gotibû eger hûn bên dê hemû tişt ji bo we were dabînkirin, lê heta niha tiştek ji bo me nekirine.”

Kawey Silêman jî got: “Bi rastî kesên ku hatine vê derê hemû poşman bûne. Tiştek nîne, ne av, ne elektirîk ne xizmetguzariyek nîne.”

Kargîriya Gir Êzirê sedema nebûna xizmetguzariyan vedigerîne ji ber ku ew nahiya ji aliyş kargîriyê ve girêdayî navçeya Beacê ye.”

Rêvebirê Nahiya Gir Êzirî Xedîd Hesen jî got: “Av nîne, ji bo me ti xizmetguzariyek nayê kirin. Em ligel hikûmeta Iraqê di nav peywendiyan de ne hewla çareserkirina pirsgirêkan dikin. Niha bi elektrîkê ve mijûl dibin. Em hêvî dikin ku dê heta çend rojên din elektirîka me çareser bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst