Mesrûr Barzanî: Em dê berdewam bin li ser parastina mafên pêkhateyan

24-12-2021
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Pêkvejiyan Îsa Mesîh Mesîhî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez dike ku ew dê berdewam bin li ser pêşdebirina çanda pêkvejiyanê û parastina mafên hemû pêkhateyên li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya roja jidayîkbûna Îsa Mesîh peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama Mesrûr Barzanî de hatiye, “Bi boneya cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh pîrozbayî li tevahiya Mesîhiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêvî dikim rojên cejnê di xweşî, şadî û aramî de biser bibin.”

Mesrûr Barzanî diyar dike, “Bi vê boneya pîroz, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser vê yekê dike ku berdewam dibe li ser pêşdebirin û bihêztirkirina çanda bihevrejiyana aştiyane, lêborîn û parastina mafên tevahiya pêkhateyan li Herêma Kurdistanê.”

Di dawiya peyamê de hatiye, “Cejna we pîroz be û hertim di nava aştî û kameraniyê de bijîn.”

Li Başûrê Kurdistanê nêzî 300 hezar Mesîhî ji netewên Ermenî, Kildanî, Suryanî û Aşûrî dijîn. Jibilî Enkawa ku navendeke Krîstiyanên Herêma Kurdistanê ye, hejmareke zêde ya Krîstiyanan li Şeqlawa, Korye, Duhok û Zaxo jî dijîn û 270 dêrên wan hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst