Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dawîn amarên qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê belav kirin.
Suleyman Soylu, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê li Xarpêtê, bi amadebûna Murat Kurum, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê û Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê, konferanseke rojnamevaniyê saz kir û dawîn amarên qurbaniyên erdhejê aşkere kirin.
Suleyman Soylu ragihand ku li navçeya Keferdîz a ser bi Meletiyê ve 4 kes û li Xarpêtê jî 18 kesan di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya Soylu, ji rûdana erdhejê heta niha 39 kes ji aliyê tîmên hawarçûnê ve ji bin avahiyên hilweşyayî hatine rizgarkirin.
Li bajarê Xarpêt ê Bakurê Kurdistanê şeva derbasbûyî demjimêr 20.55 erdhejekê rû da bi 6.8 pileya rîxterê ku li bajarên Başur û Rojavayê Kurdistanê jî hest pê hat kirin.
Her li gor zanyariyên destpêkê kurahiya wê erdhejê 10 kîlometre li jêr erdê bûye û herwiha piştî wê erdhejeke din jî li heman navçeyê bi 5.4 pileya rîxterê rû da.
Navenda wê erdhejê, navçeya Sîvrîce bûye ser bi Xarpêtê ve ku 31 kîlometran dikeve başurê wî bajarê Bakurê Kurdistanê.
Herwiha erdhejê bandor li ser bajarên Amed, Mêrdîn, Meletî, Çewlîg, Sêrt, Meraş û Êlihê û herwiha bajarên Tirkiyê, Samsun, Çorum, Trabzon, Ordu, Gîresun û Hetayê jî kir.
Jibilî bajarên Bakur û Tirkiyê, li bajarên sînorî yên Başur û Rojavayê Kurdistanê jî hest bi wê erdhejê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse