Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinekê de ligel nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê ragihand ku divê rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bê cîbicîkirin, rewşa Şingalê bê normalkirin û xelk vegere ser warê xwe.
Serok Barzanî îro Çarşemê 25ê Çileya 2023 li baregeha xwe ya li bajarokê Pîrmamê pêşwazî li Nûnera Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û Berpirsa UNAMI Jeanine Hennis-Plasschaert kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û lidarxistina hilbijartinan li Kurdistanê, rewşa siyasî ya navçeyê û Iraqê, peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê, hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina Şingalê hatin gotûbêjkirin.
Di dauxyaniyê de hatiye gotin, Serok Barzanî di vê hevdîtinê de ragihandiye ku divê hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe de bên kirin û tekez kir, divê ji bilî îrade û berjewendiyên pêkhateyan û daxwaza wan ti formûlek nayê qebûlkirin.
Têkildarî hilbijartinan Serok Barzanî di civînê de ragihandiye: “Ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hilbijartin bingeh û prensîbeke neguher e ji bo rewabûn û desthilatdariyê. Divê hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe de bên kirin.”
Serok Barzanî herwiha gotiye: “Divê îrade û berjewendiyên pêkhateyan (civakan) li ber çavan bê girtin û li derveyî îradeya civakan ti rêbaz û formul li ser civakên Kurdistanê neyê ferzkirin.”
Li gor daxuyaniyê, di civînê de rewşa Şingalê jî hatiye gotûbêjkirin û “tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a derbarê asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan hat kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse