Rojhilat - Li Ormiyê daxwaz hat kirin Kurd dengê xwe bidin namzedên Kurd

25-02-2016
RÛDAW
Nîşan Kurd Ormiye Rojhilatê Kurdistan Îran Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva borî namzedên Kurd ên bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku namzediya wan hatiye redkirin, serdana navendên kampnaya yên namzedên qebûlkirî yên Kurd kirin û piştgîriya xwe ji wan namzedên Kurd re nîşan dan.

 

Sibe înê 26ê Sibatê 2 hilbijartinên giring li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê birêve diçin. Biryar e sibe hilbijartinên Parlamentoya Îranê û Encumena Şarezayên Rêberî werin lidarxistin.

 

Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê jî namzedên Kurd hene û beşdarî di hilbijartinen de kirine. Herwiha hejmarek ji namzedên Kurd ên Ormiyê ji aliyê desthilatdarên Îranê ve namzediya wan hatiye redkirin.

 

Li gor agahiyan, şeva borî ew namzedên Kurd ên Ormiyê ku namzediya wan ji aliyê hikûmetê ve hatiye redkirin, serdana navendên kampanyayên hilbijartinê yên çend namezên din ên Kurd ên Ormiyê kirine û piştgîriya xwe ji wan namzedên Kurd re anîne ziman.

 

Wan kesan herwiha daxwaz ji welatiyên Kurd ên bajarê Ormiyê û derdorê kirine, ku dengê xwe bidin namzedên Kurd.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, serdana wan kesan bo navednên kampanya hilbijartinan ên namzedên Kurd, rastî pêşwaziya germ a welatiyên Kurd hat.

 

Di nav kesên ku namzediya wan hatiye redkirin, parlamenterê Kurd ê berê yê Ormiyê Kerîm Fetahpûr jî heye.

 

Di pêwendiyeke telefonî de ligel Rûdawê, Kerîm Fetahpûr li ser vê serdanê û herwiha rewşa hilbijartinên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê agahî dan.



Bajarê Ormiye yê Rojhilatê Kurdistanê 3 parlamenter di Parlamentoya Îranê de hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst