Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu piştî civîna ku bi Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Bekir Bozdag re li Amedê li Navenda Kordînasyonê ya AFADê hat kirin daxuyanî dan.
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got ku "Li herêma erdhejê zêdekirina bihayên kirêya malan bi qasî rastiya erdhejê mirov diêşîne. Em ji ber vê xemgîn dibin û çi pêwîst be dewlet dike."
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu piştî civîna ku bi Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Bekir Bozdag re li Amedê li Navenda Kordînasyonê ya AFADê hat kirin daxuyanî dan.
Suleyman Soylu da zanîn ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin temamkirin û xebatên rakirina kavilan dest pê kirin û got ku xwarin, cil giheştin hemû welatiyên li herêmên erdhejê.
Soylu amaje bi wê yekê kir ku Zêdebûna bihayê kirêyan helwesteke rast nîne û got: “Bê guman kesên dixwazin ku ji vê erdheja mezin îstifade bikin jî hebin. Her dem dibe. Birêz Wezîrê me jî got ku pêwîstî bi hin guherînên yasayan heye. Wek mînak divê ez vê bibêjim. Li herêma erdhejê zêdekirina bihayên kirêya malan bi qasî rastiya erdhejê mirov diêşîne. Em ji ber vê xemgîn dibin û çi pêwîst be dewlet dike."
Wezîr Soylu got ku erdhej di saet 04.17an de çêbû û ew jî di saet 05.00ê de derbasî AFADê bûn û got: “Dibêje ku me alarmeke di asta çaremîn de daye, me hawara navneteweyî xwest. Ango me alîkariya navneteweyî xwest û ev qas lezgîn hewara navneteweyî xwest. Lê gava me alîkarî û hewara navneteweyî xwest leşker, cendirme û polîsên me jixwe hişyar û amade bûn. Vê yekê daimî wekî derew, û kêmasiyekî diavêjin holê.”
Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Bekir Bozdag têkildarî lêpirsînên derbarê avahiyên ji erdhejê hilweşiyan de got ku "Heta niha bi dozgeriyên me yên komarê re li 7 hezar û 598 avahiyên musteqil tesbîtkirina delîlan temam bû, der barê 612 şikbarî de karên edlî hatin meşandin û 184 kes hatin girtin."
Bozdag herwiha got "Ji bo lêpirsîna Otêla Îsîasê ya li Semsûrê hilweşiya biryara veşartîbûnê tuneye, hemû lêpirsîn bêyî biryara veşartîbûnê hebe tên meşandin."
Di heman demê Bozdag destnîşan kir encamên erdhejê derxist holê ku divê yasayên xwe ji nû ve binirxînin û got ku "Derbarê kesên ku dixwazin ji pirsgirêk û tengasiyên bi erdhejê çêbûne îstifade bikin û qezenca neheq bi dest bixin, em dê sizayên li hemberî wan bikar bînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse