Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Topzawayê ya Hewlêrê piştî nimêja terawîhê çend kes pev çûn.
Di dema hewldana aramkirina rewşê de Pêşmergeyek bi guleyan hat kuştin.
Bûyer vê êvarê li nahiyeya Topzawayê ya navçeya Xebatê ya Hewlêrê rû da.
Gule li serê wî ketiye
Şahidekî bûyerê li ser bûyerê ji Rûdawê re ragihand, bûyer li derveyî mizgeftê û yekser piştî nimêja terawîhê çêbûye.
Li gorî gotina şahid, du birayên ku xelkê gundê Şemşûlê ne bi hev ketine; di wê demê de ciwanekî bi navê Zuhêr Mistefa Herkî ketiye navbera wan da ku navbeynkariyê bike lê ew her du bira gul li hev direşînin û guleyek li serê Zuhêr ketiye û wî canê xwe ji dest daye.
"Birayê xwe kuşt"
Şahid her wiha got, "Dema yek ji birayan dîtiye ku birayê wî ew navbeynkar kuştiye, yekser gule li birayê xwe reşand û ew kuşt."
Lê Îslam Temoyê xalê Zuhêr li ser bûyera îşev a li Topzawayê ji Rûdawê re got:
"Ew kes ji nimêja terawîhê derketine, pirsgirêka wan bi kesekî re hebûye û xwestine li wî bidin.
Zuhêrê xwarziyê min ketiye navbera wan da ku navbeynkariyê bike lê di encamê de gule berî wî dan, yek ji şerkeran li gel Zuhêrê xwarziyê min hatine kuştin."
Îslam Temo da zanîn ku Zuhêr Pêşmerge bûye û got, "Tenê 4 roj bûn ku ji dewamê vegeriyabû."
Zuhêr Mistefa Herkiyê ku di bûyerê de hat kuştin, jidayikbûyê sala 1992yan e, zewicî ye û bavê 4 zarokan e (du kur û du keç).
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse