Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê tevî gelek serokên cihanê tevlî merasîma veşartina Papa Francis bibe.
Sibe serokên cîhanê dê li Vatîkanê beşdarî merasîma veşartinê ya Papa Francis bibin.
Papa Francis 21ê Nîsanê di temenê 88 salî de ji ber nexweşiyê wefat kiribû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, ”Îşev Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdariya merasîma veşartinê ya Papayê Vatîkanê diçe Romaya paytexta Îtalyayê."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û çend serokên din ên cîhanê dê tevlî merasîmê bibin.
Pêwendiya Papa Francis û Kurdan
Pêwendiya Papa Francis a li gel Kurd û Herêma Kurdistanê pêwendiyeke dostane û xurt bû.
13ê Adara 2013an Papa Francis Serok Mesûd Barzanî pêşwazî kir ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû.
Serok Mesûd Barzanî 30ê Gulana 2014an jî li gel Papa Francis civiya.
Di wê hevdîtinê de tevî behskirina rewşa penabêran ku di encama êrişa DAIŞê de hatibûn Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê jî hatin nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî jî di 02yê Adara sala 2015an de ku wê demê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, serdana Vatîkanê kir û kurteyek li ser bihevrejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de ji Papa Francis re behs kir.
Her di wê serdanê de Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa koçber û penabêran li Herêma Kurdistanê kir ku di encama êrişa çekdarên DAIŞê de hatibûn Herêma Kurdistanê.
Duyemîn hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Papa Francis di roja 12ê Kanûna Paşîn a 2018an de bû.
Di wê hevdîtinê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê, rewşa koçber û Xirîstiyanan li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Dawîn civîna Papa Francis li gel berpirsên Herêma Kurdistanê li Vatîkanê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Vatîkanê kir û tabloyekê pêşkêşî Papa Francis kir ku behsa bihevrejiyana pêkhateyên olî û çandî yên Herêma Kurdistanê dikir.
Serdana Papa Francis a ji bo Herêma Kurdistanê
Pêwendiyên berdewam ên berpirsên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê ziyareta Papa Francis a ji bo Herêma Kurdistanê dîrokî bû.
Cara yekem Papayê Vatîlanê bi ziyareteke fermî hat Herêma Kurdistanê.
Papa Francis 7ê Adara 2023yan serdana Herêma Kurdistanê kir û di merasîmeke taybet hat pêşwazîkirin.
Papa Francis piştî pêşwazîkirina li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, serdana Mûsil û Qereqoşê kir û êvara heman rojê vegeriya paytexta Herêma Kurdistanê û li Stada Fransiwa Herîrî merasîmeke mezin a girsehî hat lidarxistin.
Di merasîmê de Papayê Vatîkanê gotarek pêşkêş kir û got: "Spas û pesneke taybet ji kûrahiya dilê min ji bo niştecihên Kurd ên delal."
Di wê gotarê de Papa Francis got, "Gelek spasiya we hemûyan dikim; we ev merasîm bi dua, pêşwazî û bi dilekî evîndarî organîze kir; spas û pesnê taybet ji kûrahiya dilê min ji bo niştecihên Kurd ên delal."
Papayê Vatîkanê her wiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû kesên ku di serkeftina ziyareta wî de rol hebûn kir.
Papa Francis li Mûsilê jî gotarek pêşkêş kir û ragihand, kêmbûna hejmara Xirîstiyanan li Îraq û Rojhilata Navîn ziyaneke mezin e.
Bihevrejiyana li Herêma Kurdistanê
Bihevrejiyana li Herêma Kurdistanê cihê pesnê Papayê Vatîkanê û civaka navneteweyî bûye.
Birêvebirê Olên li Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê Emîr Osman îro Rûdawê re got: "Li Herêma Kurdistanê heşt ol bi fermî hatine tomarkirin û ew ên ku nehatine tomakirin jî li Herêma Kurdistanê rêz li wan tê girtin."
Îslam, Xirîstiyan, Êzidî, Kakeyî, Cihû, Behayî, Zerdeştî û Sabiye-Mendayî, ew heşt ol in ku li Herêma Kurdistanê bi fermî hatine tomakirin û piraniya xelkê Herêma Kurdistanê ola Îslamê dişopînin.
Hejmara Xirîstiyanan li Îraq û Herêma Kurdistanê di navbera 250 heta 300 hezar kesan de ye û piraniya wan li Herêma Kurdistanê dijîn.
Birêvebirê Olên li Wezareta Ewqafê li ser çanda bihevrejiyanê ya Herêma Kurdistanê got: "Dîtina civaka navneteweyî li ser bihevrejiyanê li Herêma Kurdistanê gelekî erênî ye.
Di dema êrişa DAIŞê de ji sedî 90ê Xirîstiyanên Îraqê hatin Herêma Kurdistanê, perwerde çend mehan li çend dibistanên Dihokê hat sekinandin û ew kirin penageh lewma Herêma Kurdistanê ew yek jî selimandiye ku bihevrejiyan li asteke bilind de ye."
Papa Francis kî ye?
Papa Francis, bi navê xwe yê ji dayikbûnê Jorge Mario Bergoglio, di 17ê Kanûna Pêşîn a 1936an de li Buenos Airesa paytexta Arjentînê hatiye dinê.
Malbata wî bi eslê xwe Îtalî ye, bavê wî karkerê rêya hesinî, diya wî jî xanima malê bû.
Jorge Mario Bergoglio, li Buenos Airesê dest bi xwendina xwe kiriye û di temenekî ciwan de perwerdeya teknîkeriya kîmyayê wergirtiye.
Lê belê di sala 1958an de, ketiye dibistana olî û tevlî terîqeta Cezwîtan bûye û dest bi perwerdeya teolojiyê kiriye.
Bergoglio ku di warên felsefe û îlahiyatê de perwerde dîtiye, di sala 1969an de wekî keşe hatiye tayînkirin.
Piştre di sîstema perwerdeya Cezwîtan de wekî mamoste û birêveber xizmet kiriye.
Di sala 1973yan de wekî Serekkeşeyê Cezwîtên Arjentînê hate tayînkirin û ev peywir 6 sal berdewam kir.
Di sala 1992yan de bû alîkarê piskoposê Buenos Airesê, di 1998an de jî wekî Serekpiskopos hate wezîfedarkirin.
Di sala 2001ê de ji aliyê Papa John Paulê 2yemîn ve nasnava Kardînal lê hate dayin.
Di 13ê Adara 2013an de, piştî îstîfaya Papa Benedictê 16emîn, wekî Papayê 266emîn hate hilbijartin.
Papa Francis, bi vê nasnavê, wekî yekemîn Papayê Latin Amerîkî û yekemîn Papayê ji eslê cezwîtan di dîroka Dêra Katolîk de cih girt.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse