Hewlêr (Rûdaw) -Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê 2 otomobîl li hev qelibîn 3 jê zarok 8 kes birîndar bûn
Hat zanîn ku otomobîla bi plakayê 47 LD 807 û otomobîla bi plaka 50 NC 075 ku hîn nasnameya şoferên wan nehatiye eşkerekirin li hevdû qelibiîn.
Li gorî zanyariyan qeza li nêzîkî rêya Mêrdîn û Amedê çêbûye.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristî agirkuj û hêzên ewlehiyê ber bi herêmê ve hatin şandin.
Di qezayê de Denîz B. (30), Hecîre B. (57), Gulîstan B. (28), Îbrahîm B. (25), Aydin B. (53), Mihemed B. (4) û Ela B. ya 1,5 salî û Delal B. birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatine kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse