Wezareta Karên Navxwe li ser vîzeye elektronîk û mafê rûniştinê çend biryarên nû wergirtin

25-05-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed Kerta Rûniştinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê, rêbernameyên taybet a dayîna vîzeya elektronîk û mafê rûniştinê belav kir.

Di nivîsê de ku roja 22ê Gulanê derçûye û îmzeya Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser e, rêbernameyên taybet bi dayîna vîzeya elektronîk û rûniştinê belav kir.

Di belgeyê de hatiye gotin: "Dema wê ji şeş mehan kêmtir nîne û ji pênc salan zêdetir nîne û biyanî tê dayîn û mafê mayîna li Herêma Kurdistanê heye."

Derbarê dayîna rûniştina veberhênanê ji bo kesên biyanî de dibêje, sê bo pênc sal e û "xwe, hevser, zarokên jêr 18 salî û dê û bav" li xwe digire, bi piştevaniya desteya veberhênanê ku biselmîne navbirî veberhêner e.

Ji bo dayîna (Karta Rûniştinê) jî bo wan kesên ku daxwaza rûniştinê dikin ji bo dema (Zêdetir ji salekê heta sê salan e)

Wezareta Karên Navxwe amaje bi wê yekê dike ku "xwe, hevser, zarokên jêr 18 salî û dê û bav" di dema kirîna yekeyeke niştecihbûnê di projeyên veberhênanê de li Herêma Kurdistanê bi wê mercê ku bihayê xaniyekî ji 50 dolarên Amerîkî kêmtir nebe bikire bi piştevaniya desteya veberhênanê.

Belgeya nivîsa Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wisa ye:

Piştî rêbernameya hejmara yek a sala 2021ê ya taybet bi dayîna vîzeya elektronîk û rûniştinê ya hatî guherandin bi beyana hejmara 21 a sala 2021ê û her du rêbernameyên hejmara yek a sala 2024ê û 13a sala 2024ê û amaje bi nivîsa nivîsîngeha Birêz Serokwezîr hejmar (1255 di 10.07.2024) û konûsa civîna di navbera Wezareta Karên Navxwe û Desteya Veberhênanê û aliyên peywendîdar de û li gor wê desthilatê ku di yasaya Wezareta Navxweyî de ji bo me hatiye dayîn, hejmara 6 a sala 2009ê, me biryar da ku em vê rêbernameya guherî belav bikin:

Madeya Yekem:

Guherandina benda 19 di madeya yekem a rêbernameya hejmar (1) a sala 2021ê ya Wezareta Karên Navxwe ku bi vî awayî tê xwendin. "Benda 19, karta rûniştinê: Ew karta ku dema wê ji şeş mehan kêmtir nîne û ji pênc salan zêdetir nîne û bi kesê biyanî tê dayîn û mafê mayîna li Herêma Kurdistanê heye."

Madeya Duyem:

Zêdekirina bendên sêyem, çarem û pêncem di madeya 14 di rêbernameya hejmara yek a sala 2021ê ya Wezareta Karên Navxwe û bi vî awayî tê xwendin:

Sêyem:

1-Dayîna rûniştina veberhênanê ji bo dema (3 ji bo 5 salan) bi kesê biyanî. Yanî: "Xwe, hevser, zarokên jêr 18 salî û dê û bav" bi piştevaniya Desteya Veberhênanê ku biselmîne navbirî veberhêner e.

 

2-Piştî bidawîhatina dema rûniştina benda (1) a şeşemîn a jorê, ji bo heman demê tê dirêjkirin bi heman rêkarên benda şeşemîn a vê madeyê.

Çarem:

1-Dayîna (Rûniştina kar) ji bo wan kesên ku daxwaza rûniştinê dikin ji bo dema (Zêdetir ji salekê ji bo 3 salan) ji bo kesê biyanî, yanî: "Xwe, hevser, zarokên jêr 18 salî û dê û bav" di dema kirîna xaniyekî niştecihbûnê di projeyên veberhênanê de li Herêma Kurdistanê bi wê mercê ku bihayê xanî ji pêncî hezar dolarên Amerîkî kêmtir nebe bi piştevaniya Desteya Veberhênanê.

2-Piştî bidawîhatina dema rûniştina benda yekê ya heftemîn a jorê, bo heman demê tê dirêjkirin bi heman awayî dibe.

Pêncem:

Ji bo demên ku di bendên şeşem û heftem de hatine diyarkirin, li gorî tabloya pêvek a rêbernameya jorîn ji bo her salê, rêgeznameya niştecîhê tê wergirtin.

Maddeya Sêyem:

Ev rêgezname ji roja weşandinê ve tê tetbîqkirin û di Rojnameya Weqayî Kurdistanê de tê belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst