Berdevkê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman behsa hevdîtinên Hikûmeta Sûriye û Rêveberiya Xweser kir û got, “Hevdîtin tenê li ser mijara avê çêbûn. Li parêzgeha Helebê civînek li dar ket û li ser wê yekê li hev hat kirin ku herikîna avê ji herêmên HSDyê ber bi Îraqê ve were kêmkirin da ku av li pişt bendavên li rojhilatê Sûriyeyê kom bibe. Hevdîtinên di mehên borî de tenê li ser vê mijarê bûn.”
Ehmed Silêman eşkere kir ku ew hewl didin jêrxana kehrebayê li hemû Sûriyeyê ji nû be sererast bikin û got, “Em hêvî dikin ku ji bo her derê be lê xetên girêdanê yên di navbera herêman de pêwîstiya wan bi sererastkirineke mezin heye. Bi giştî ev xet gelekî kevn bûne. Eger şiyana wan kêm be, em nikarin zêde bar li ser wan bikin. Li gorî agahiyên min, di navbera rojava û bakurê Sûriyeyê de xetên bi şiyaneke bilind nînin û ji ber mayînan jî sererastkirina wan zehmet e. Divê pêşî ew herêm ji mayînan bên paqijkirin. Em dê di rojên pêş de li ser vê bixebitin.”
Berdevkê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê li ser projeyên enerjiyên yên Sûriyeyê bersiv da pirsên Nalîn Hesenê.
Hevpeyvîna Ehmed Silêman û Nalîn Hesenê wisa ye:
Rûdaw: Sektora enerjiyê li Sûriyeyê rûbirûyî qeyraneke mezin bûye, bi taybetî di warê dabînkirina kehrebe, petrol û gazê de. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, hikûmet hewl dide bi rêya projeyên mezin reforman bike da ku aramî û aboriya welêt bihêz bike. Ji bo nîqaşkirina van mijaran, Berdevkê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman bû mêvanê Rûdawê. Birêz Ehmed Silêman ji Şamê pirsên me bersivandin. Tu bi xêr hatî Rûdawê.
Ehmed Silêman: Bi xêr hatî.
Rûdaw: Hûn girîngiya projeya hawirdekirina gaza Azerbeycanê ji bo Sûriyeyê çawa dinirxînin? Gelo ev yek guherîneke di siyaseta enerjiyê ya Sûriyeyê de ye?
Ehmed Silêman: Belê, teqez. Silav ji we û temaşevanên hêja re. Xeta gazê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de vebû. Bi spasiya Xwedê û bi fînansmana Fona Geşepêdanê ya Qeterê, gaza Azerbeycanê bi rêya vê xetê tê şandin. Ev miqdar dê bigihîje 3,4 milyon metre sêca gazê. Bê guman dê bandoreke wê ya erênî li ser sektora enerjiyê ya Sûriyeyê hebe. Em dê karibin bi vê gazê di navbera 750 û 800 megawatt kehrebeyê hilberînin. Ev jî tê wateya ku dê saetên dayîna kehrebeyê rojane nêzîkî 5 saetan zêde bibin. Bi giştî dê bibe 9 heta 10 saet kehrebe li hemberî 14 saetên qutbûnê. Em li ser projeyên din jî dixebitin da ku hilberînê zêde bikin û miqdara gazê bigihînin 6 milyon metre sêca.
Rûdaw: Baş e, gelo em dikarin hawirdekirina gaza Azerbeycanê wekî gaveke destpêkê ya projeyên mezin ên enerjiyê bihesibînin ku hikûmetê bi nirxê heft milyar dolarî ragihandiye?
Ehmed Silêman: Bê guman. Ev gaveke erênî û bi bandor e di warê dabînkirina gazê de. Em hêvîdar in ku em bigihîjin 6 milyon metre sêca gazê da ku hilberîna kehrebeyê zêdetir bibe. Her wiha em dê bi xetên din ên girêdanê şiyana enerjiyê li Sûriyeyê zêde bikin.
Rûdaw: We behs kir ku tê payîn li hinek herêman kehrebe bigihîje deh saetan. Berê ev hejmar tenê sê-çar saet bûn. Ev hejmar çiqasî rast in û gelo ev rewş dê mayînde bibe?
Ehmed Silêman: Saetên dayîna kehrebeyê dê nêzîkî pênc saetan zêde bibin. Niha di navbera 4 û 5 saetan de kehrebe tê dayîn, 5 saetên din dê lê zêde bibin û bi giştî dê rojane bibe 9 heta 10 saetan. Ev yek dê li seranserê parêzgehên Sûriyeyê bê ferq û cudahî be. Dabeşkirin dê bi awayekî adilane be û li gorî pêwîstiya her parêzgehekê be. Welatî dê di demeke nêzîk de vê cudahiyê bibînin.
Rûdaw: Kengî dê welatî dest bi hestkirina vê cudahiyê bikin?
Ehmed Silêman: Pompekirina gaza xwezayî dest pê kiriye. Pêşî dê bîrên gazê yên ku vala bûn bên dagirtin. Piştî dagirtinê, gaz dê ji bo santralên hilberînê yên li Heleb, Hums û gundên Şamê were şandin. Dema ku santralan dest bi hilberînê kir, welatî dê yekser ferqa di saetên kehrebeyê de bibînin. Yanî, ev yek dê di nava çend rojan de pêk were.
Rûdaw: Derbarê dabeşkirina kehrebeyê de, ew dê çawa be? Dê ji bo her parêzgehekê hejmara saetan çi qasî zêde bibe?
Ehmed Silêman: Wekî min got, tora kehrebeyê ya Sûriyeyê bi hev ve girêdayî ye. Yanî, hilberîna li Helebê bandorê li hemû parêzgehan dike. Dabeşkirin dê bi awayekî adilane be û dê saetên kehrebeyê li hemû parêzgehan bigihîjin nêzîkî deh saetan. Rewş dê baştir bibe û em hewl didin ku di paşerojê de bi projeyên nû em bigihîjin 12 heta 14 saetên kehrebeyê.
Rûdaw: Heke pompekirin bigihîje şeş milyon metre sêca, dê rewş çawa be? Ma em dikarin li hinek herêman kehrebeya berdewam bibînin?
Ehmed Silêman: Dema ku em 2,6 milyon metre sêca gazê ya din jî hawirde bikin, dê saetên kehrebeyê zêde bibin û em dê bigihîjin nêzîkî 14 saetan. Lê dabeşkirin dê li seranserê welêt wekhev be. Wê çênebe ku li parêzgehekê kehrebe her hebe û li ya din nebe.
Rûdaw: Gelo planeke we ya demkî heye ku hûn bigihîjin armanca şeş milyon metre sêcayan?
Ehmed Silêman: Belê. Piştî ku me dest bi wergirtina 3,4 milyon metre sêcayan kir, em dê niha dest bi lêkolînan bikin da ku 2,6 milyon metre sêca ya din jî hawirde bikin. Di demeke nêzîk de em dixwazin bigihîjin wê armancê. Her wiha em dê madeya fuel oîlê jî hawirde bikin ji bo wan santralên ku bi fuel oilê dixebitin. Ev hemû ji bo berjewendiya welatiyan e.
Rûdaw: Birêz Ehmed, di mehên dawî de gelek caran li ser hawirdekirina petrol û gazê behsa hevdîtinên di navbera Wezareta Enerjiyê û Rêveberiya Xweser dihat kirin. Gelo ev hevdîtin berdewam dikin?
Ehmed Silêman: Hevdîtin tenê li ser mijara avê çêbûn. Li parêzgeha Helebê civînek li dar ket û li ser wê yekê li hev hat kirin ku herikîna avê ji herêmên HSDyê ber bi Îraqê ve were kêmkirin da ku av li pişt bendavên li rojhilatê Sûriyeyê kom bibe. Hevdîtinên di mehên borî de tenê li ser vê mijarê bûn.
Rûdaw: Dabînkirina kehrebeyê dê parêzgeha Hisîçayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li xwe bigire?
Ehmed Silêman: Em hêvî dikin ku ji bo her derê be lê xetên girêdanê yên di navbera herêman de pêwîstiya wan bi sererastkirineke mezin heye. Bi giştî ev xet gelekî kevn bûne. Eger şiyana wan kêm be, em nikarin zêde bar li ser wan bikin. Li gorî agahiyên min, di navbera rojava û bakurê Sûriyeyê de xetên bi şiyaneke bilind nînin û ji ber mayînan jî sererastkirina wan zehmet e. Divê pêşî ew herêm ji mayînan bên paqijkirin. Em dê di rojên pêş de li ser vê bixebitin.
Rûdaw: Niha şiyana hilberîna petrol û gazê ya navxweyî li Sûriyeyê gihiştiye çi astê?
Ehmed Silêman: Tiştek neguheriye. Li seranserê Sûriyeyê rojane nêzîkî 100 hezar bermîl petrol tê hilberîn. Helbet ev li gorî sala 2011yan gelekî kêm e. Wê demê hilberîn nêzîkî 400 hezar bermîl bû. Piştî ku me hemû bîrên petrolê kontrol kirin, em dê wan pêş bixin da ku em bigihîjin heman asta berê û hilberînê zêde bikin.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo we Birêz Ehmed Silêman, Berdevkê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê. Hûn ji Şamê mêvanê me bûn.
Ehmed Silêman: Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse