RIHA - Keça 17 salî ya ku dixwest pê re bizewice kuşt û dawî li jiyana xwe anî

25-06-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Wêranşar Kuştin Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê kesekî ku dixwest bi keçeke 17 salî re bizewice, piştî ku malbat razî nebû keçik kuşt û 3 kesên din ên ji malbata wê jî birîndar kirin, piştre jî dawî li jiyana xwe anî.

Bûyer îro li gundê Başaranê yê navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê qewimî.

Li gorî zanyariyan kesekî bi navê Omer Kîlîmcî, bi çekê bi ser mala Yaprak Turka 17 salî de girt ku dixwest pê re bizewice.

Malbata Yaprak Turkê nedixwest keça xwe bidin Omer Kîlîmcî.

Li gorî îdiayan, Kîlîmcî li ser vê yekê bi çeka xwe çû ber mala Yaprak Turkê û daxwaz ji wê û malbata wê  kiriye ku derkevin derve.

Dema ku keçik û malbata wê derketin derve, Kîlîmcî gotiye, “Ez dê berê te û paşê jî xwe bikujim” û gule reşandine.

Yaprak Turka ku gule lê ketin li cihê bûyerê mir.

Her wiha ji malbata wê Şehka Turk, Mehmet Emîn Turk, û Gulseren Turk jî di êrişê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Êrişkar piştî bûyerê bi otomobîla xwe reviya û çû taxa Hurriyetê ya li navenda Wêranşarê.

Li wê derê di nava otomobîlê de guleyek berda serê xwe û dawî li jiyana xwe anî.

Hat ragihandin ku tîman termên Yaprak Turkê û êrişkar Omer Kîlîmcî piştî lêkolîna li cihê bûyerê birin morga nexweşxaneyê.

Birîndar li nexweşxaneyê çareseriyê dibînin û lêkolîna derbarê bûyerê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst