Çemê Bazamîrê li Şirnexê hişk bûye

25-07-2021
RÛDAW
Nîşan Şirnex Çemê Bazamîrê Hişkesalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çemê Bazamîr ku ji Çiyayê Cûdî yê  li navçeya Silopî ya Şirnexê dest pê dike û tevlî Çemê Dîclê dibe, îsal ji ber sedemên hişkesaliyê ziwa bûye.

Hişkesaliya ku li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê serî hildaye bandorek neyînî li ser çemên avê yên Bakurê Kurdistanê dike û di encam de beşek ji wan hişk dibin.

Yek ji wan çeman Çemê Bazamîr e ku li gundê Germikê yê ser bi navçeya Silopî ya Şirnexê ye. Çavkaniya çem ji devera Girêçolya ya Çiyayê Cudî tê û piştî herîkîna 20 kîlometrayan li ser gundê Germikê derbas dibe û tevlî Çemê Dîcleyê dibe, lê îsal ji ber sedemên hişkesaliyê û rêjeya kêm a baranbarînê hişk bûye.

Hişkbûna  çem bandorek neyînî li ser ajelên ku di nav çem de dijîn kiriye û di encam de beşek ji masiyên di wî çemî de mirine.

Yek ji welatiyên wê deverê Metin Baykara amaje bi wê kir ku ew herî dawî berî 30 salan bûye şahidhalê hişkbûna çem û got: “Ji ber kêmbûna rêjeya baran barînê û zêdebûna pileya germayê ev çem hişkbûye.”

Herwiha Metin Baykara da xuyakirin ku rêjeya ava çem berî çend salan  gelek zêdebû lê niha hişk bûye, hemû masî û ajelên têde ji bêaviyê mirine

Metin Baykara dibêje: “Di dîrokê de herî dawî berî 30 salan hişkbûna vî çemî hatiye dîtin, îsal jî ji ber germaya zêde me dît ku çem hişkbûye. berî çend mehan ev çemê ku hûn dibînin, bejna min derbas dikir, niha ziwabûye. hemû masî mirine. Hemû ajel û masiyên  têde ji ber bêaviyê mirine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst