Nûrî Malikî û Serok Barzanî, îro Çarşemê 25ê Tebaxa 2021 li bajarokê Selahedîn a Hewlêrê. Wêne: Baregeha Barzanî.
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî îro li bajarokê Selahedînê pêşwazî li Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê kir û herdu aliyan tekezî li wê yekê kirin, ku “pêwîst e hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin.”
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Nûrî Malikî bi serokatiya şandeke wê hevpeymaniyê îro bi rêya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Nûrî Malikî yekemîn çalakiya xwe li Herêma Kurdistanê, bi serdankirina serok Mesûd Barzanî destpê kir.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê 25ê Tebaxê li bajarokê Selahedînê pêşwazî li Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û şandeke pê re kiriye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û gefên terorê, zehmetî û astengiyên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.”
Baregeha Barzanî dibêje, di civînê de behsa hilbijartinên Iraqê yên di Cotmehê de jî hatiye kirin û destnîşan dike, ku Barzanî û Nûrî Malikî piştgirî dane lidarxistina hilbijartinan di dema xwe ya diyarkirî de.
Li gor daxuyaniyê, “Her du aliyan tekezî li vê kirin ku ji bo hilbijartin bibe sedema seqamgîrî û rasterêbûna proseya siyasî, pêwîst e hilbijartin di dema xwe de bê lidarxistin û garantiya wê jî hebe ku hilbijartineke paqij, azad û dadperwerane di atmosfêreke aram û dûr ji destkariyê bê sazkirin, hemû alî jî rêzê li encamên hilbijartinan û îradeya gel bigirin.”
Nûrî Malikî di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de ku şeva Duşemê 23ê Tebaxa 2021 hat weşandin, behsa têkiliyên xwe bi serok Barzanî re kiribû û ragihandibû: “Pêwendiyên min li gel birêz Mesûd Barzanî gelek baş bûye û hêj jî em li ser heman pêwendiyên baş in. Heta beriya çend rojan jî em ji bo gotûbêjkirina hin mijarên hevbeş axivîn. Dibe ku di van nêzîkan de jî bibim mêvanê wî.”
Malikî di vê hevpeyvînê de, ewlehiya Kurdistanê ji bo Iraqê jî giring bi nav dike û dibêje, tiştek bi navê seqamgîriyê nemîne, eger rewş li Kurdistanê aloz bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse