'Sîstema dagirkirina Iraqê li ser sê xalan hatibû danîn'

25-09-2021
RÛDAW
Adil Baxewan
Adil Baxewan
Nîşan Adil Baxewan Iraq Amerîka Kîmyabarana Helebcê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Navenda Fransî ya bo lêkolînên li ser Iraqê Dr. Adil Baxewan di Konferansa `Iraq: Qedereke Trajîk` gotarek pêşkêş kir û amaje bi sê xalan kir ku bi gotina wî Hevpeymanan di proseya azadkirina Iraqê de li dijî hikûmeta wê demê ya welat bikar anîn bo “dagirkirina Iraqê.”

Dr. Adil Baxewan dibêje, ew sîstema ku hat xwestin Iraqê pê dagir bikin, li ser 3 xalan hatibû danîn, xala yekem ji wê pêk dihat ku Iraqa Sedam Husên di sala 2003an de çeka kîmyewî heye û Baxewan amaje bi kîmyabarakirina Helebcê jî kir û got, “Dema ku Sedam Husên roja 16/03/1988 li dijî gelê xwe çeka kîmyewî bikar anî, Amerîka û welatên enternasyonalîst li şûna ku dengê xwe bilind bikin, bêdeng bûn. Êdî piştî ku çeka kîmyewî nema dagir kirin.”

Di beşeke din a gotara xwe de Adil Baxewan behsa xala duyem jî kir û ragihand, gotin Iraqê peywendî bi Qaîdê heye lê bi gotina wî Iraqê ti peywendî bi Qaîdê nebûye “Hetta George Bush 3 hefte piştî dagirkirina Iraqê eşkere got ku `ti belgeyeke me bo vê yekê nîne`.”

Lêkolîner Adil Baxewan dibêje, xala sêyem gelek “pêkenok” bû ku bi gotina wî, “wan digot li Iraqê sîstemeke dîktatorî hikûm dike, mîna ku ew welatên hevpeymanên Amerîkayê yên li navçeyê, biheştên demokrasiyê bin, vê xalê jî ti rewatiyek nebû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst