Li Sineyê 100 dibistan hene ku kêmtirî 5 xwendekarên wan hene

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan Sine Rojhilatê Kurdistanê Dibistan Fuad Huseynî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Perwerdeyê yê Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê got di sala nû ya xwendinê de li parêzgehê 100 dibistan hene ku kêmtirî 5 xwendekarên wan hene.

23yê Îlonê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kir.

Rêveberê Giştî yê Perwerdeyê yê Parêzgeha Sineyê Fuad Huseynî ragihand, "Li parêzgeha Sineyê 100 dibistan hene ku kêmtirî 5 xwendekarên wan hene."

Li gorî Fuad Huseynî, hebûna dibistaneke bi mamosteyekî û çend xwendekaran, nîşana wê yekê ye ku li seranserê parêzgehê ji bo pêkanîna dadperweriya perwerdeyê û rûbirûbûna nexwendewariyê li deverên dûr ên parêzgehê, hewleke mezin tê dayîn.

Li gorî amarên Perwerdeya Sineyê, li parêzgehê 340 hezar xwendekar li 3 hezar û 200 dibistanan dixwînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst