Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dê û bav û zaroka wan a 5 salî li mala xwe mirî hatin dîtin. Her sê kes jî bi çekê hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku dê termê dê û zarokê li Wanê û yê bav jî li navçeya Stewrê ya Mêrdînê werin veşartin.
Li gorî agahiyan, cîranên malbata ku li Taxa Turgut Ozalê dijiya, piştî ku pêjin ji wan nehat, şeva borî bi muxtarê taxê re deriyê malê vekir û ketin hundir.
Muxtar û cîranan dît ku Mehmet K.yê 37 salî, hevjîna wî Berna K.ya 33 salî û keça wan a 5 salî Samyelî K. ji serê xwe gule xwarine û li erdê ne.
Wan yekser rewş ji rayedaran re ragihand.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku dê, bav û zarokê canê xwe ji dest daye.
Termên wan ji bo otopsiyê rakirin meytxaneya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Tîmeke taybet hat avakirin
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo ronîkirina bûyerê tîmeke taybet ava kir.
Tîmên polîsan dîmenên kamerayên ewlehiyê yên li nav avahiyê û derdorê lêkolîn dikin.
Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê termên dê û zarokê radestî xizmên wan hatin kirin.
Termên dê û zarokê dê li parêzgeha Wanê werin veşartin.
Her wiha hat diyarkirin ku termê bavê ku kar û barên wî yên otopsiyê didomin jî dê li goristana gundê Qewsanê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê were veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse