Mesrûr Barzanî û Mike Waltz li ser hinartina petrolê axivîn

2 demjimêr berê
Nîşan Mesrûr Barzanî Mike Waltz Petrola Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Mike Waltz bi rêya telefonê axivîn.

Di peywendiyê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê wekî gava kêmkirina krîza darayî ya Îraq û Herêmê hate gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî û Mike Waltz rewşa herî dawî ya, Îraq, Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijara sereke ya peywendiyê bandora krîza aborî ya li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bû.

Di vê çarçoveyê de hat tekezkirin ku hinartina petrolê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê, krîza darayî dê were sivikkirin.

Mesrûr Barzanî û Mike Waltz tekezî li ser giringiya xurtkirina têkiliyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst